ROJEVA 1'Ê ÇILE YA 2020'AN

Rojeva 1'ê Çile

Êrîşên dagirkeriya Tİrk ên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê û geşedanên pê ve têkildar wê werin şopandin.

Endamê Komîsyona Aboriyê yê HDP'ê ekonomîst Alp Altinors got krîza aboriyê ya Tirk 2020'an wê girantir bibe û li Kurdistanê bandora krîzê wê 2 caran li ya Tirkiyê girantir bibe.

Rageşiya di navbeyna DYE û Îranê de li Iraqê bi asta herî zêde tê hîskirin.

Pêşmergeyê dêrîn Evdile Ûsiv Silêman diyar kir  hemû cîhan behsa Kurdan dike û got,''Kurd divê pêvajoya dîrokî baş binirxînin. Bi avakirina yekîtiya netewî em dikarin serfiraz bibin.''

Çekên kimyewî ku ji ber şerê li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk bi kar anî bû sedema ku bi milyonan mêşên hingiv bimirin.