ROJEVA 1'Ê ÇILE

Rojeva Navenda Nûçeyan, 1'ê Çile...

-Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

-Li Bakurê Sûriyê operasyonên dijî DAÎŞ'ê û geşedanên pê re têkildar wê werin şopandin.

-Yek ji Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgîrt diyar kir, 2018'an gerîlayên azadiya Kurdistanê bi çalakiyên ku kirine rê nedana dagirkeriyê û got, 2019 wê bibe sala şerê mezin û gerîla îsal jî wê bi ser bikeve.

-Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK'ê Cemîl Bayik got Kurd bi têkoşîna xwe ya ku bi salan e didomînin bûne kana hêz û hêviyê û diyar kir, ji ber vê sedemê, li dijî hemû êrîşan jî divê Kurd xwe bispêrin hêza xwe.

-Dewleta Tirk ji bo ku operasyoneke pêkan a li ser Idlibê ji rojevê derxîne dixwaze balê bikişîne ser Minbicê, gelên Minbicê jî dibêjin, dewleta  Tirk li pey fitnê ye û ew ê dagirkirinê qebûl nekin.

-2018'an pêşbirka çekdarbûnê nerawestiya. Di serî de DYE, Ingiltere, Elmanya û Rûsya, bi taybetî cîhana Rojava çek firotin welatên Rojhilata Navîn, di şer de her roj bi sedan mirov dimirin.

-2018'an krîza di navbeyna Tirkiyê û Elmanyayê de hate jibîrkirin, 'rûpeleke nû' ku herdu aliyan gelek caran gotin, hate vekirin. Erdogan bi xaliya sor hate pêşwazîkirin, li dijî Kurdan hevkariya siyasî û leşkerî hate geşkirin.

-Cejna Gaxandê jî yek ji rîtuelên Mezopotamyê ye. Niha jî ev rêça ku li Dersimê didome her ku diçe tê jibîrkirin. Belgefîlma ''Gaxand/Mirina Khalek'' ku derhêneriya wê Umur Hozatlî kiriye behsa wê cejnê dike ku dawiya Kanûnê dest pê dike û heta heftiya pêşî ya Çile didome.