ROJEV 11'Ê ÇILE YA 2020'AN

Ji rojeva 11'ê Çile mijarên ku derketine pêş

Êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê û geşedanên pê re têkildar wê werin şopandin.

Ji parastina 'Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em hin sernavan diweşînin.

Komkujiya 9'ê Çile ya 2013'an a li Parîsê wê bi meşeke girseyî were şermezarkirin.

Li Kurdistanê û Tirkiyê karker herî pir di serdema AKP'ê de li ser kar bimirin. Di nav 17 sala nde 20 hezar mirov mirin. Li Şirnexê van 2 salên dawî 14 karker mirin.

Yek ji qenalên herî bi nav û deng yê cîhanê BBC ku li dijî xebatkarên xwe yên jin cudahiyê dike bi biryara dadgehê carek din hate tomarkirin (tescîlkirin).