Rojeke din a aştiyê bi şer tê pêşwazîkirin
Rojeke din a aştiyê bi şer tê pêşwazîkirin
Rojeke din a aştiyê bi şer tê pêşwazîkirin
Cîhan, bi şer û pevçûnan dikeve rojeke din a aştiyê ya cîhanê. Ji ber şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn, herêma pêş a Asyayê û gelek deverên din ên cîhanê bi sed hezaran kes jiyana xwe ji dest didin.
Di pêvajoyeke ku Tirkiye û Kurdistan di asteke krîtîk a pêvajoya aştiyê de ne, 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê tê pîrozkirin. Di roja îro de hînê bi sed hezaran mirov dibin qurbaniyên şer û bi milyonan mirov jî dikevin rewşa penaberiyê. Herêma ku herî zêde lê şer û pevçûn rû didin jî Rojhilata Navîn e.
LI SÛRIYÊ ŞERÊ NAVXWEYÎ
Şerê navxweyî yê li Sûriyê tê jiyîn, ji ber êrîşa kîmyewî ya hefteya bihurî, di rojeva cîhanê de ye. Ji sala 2011'an roja destpêkirina pevçûnan û vir ve nêzî 120 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî milyonek kes bûn penaber. Pevçûnên navbera rejîma Beşar Esad û mûxalefeta Sûnî welat veguherandine xirbeyekî. Li bakurê welêt jî, çeteyên oldarên radîkal êrîşî Kurdan dikin.
Li Sûriyê ku destwerdaneke leşkerî ya navneteweyî di rojevê de ye, tê texmînkirin ku di nava 8 mehên destpêkê yên îsal de nêzî 30 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Li nava raya giştî fikar û guman hene ku eger destwerdaneke navneteweyî pêk were, şer û pevçûn dikare zêdetir û dijwartir bibin.
LI IRAQÊ PEVÇÛNÊN MEZHEBÎ
Piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) hêzên xwe yên leşkerî di sala 2011'an de ji Iraqê vekişand, li vî welatî di nava du salan de 9 hezar sivîlan ji ber pevçûnên mezhebî jiyana xwe ji dest dan. Li gorî hin texmînan di şerê navbera salên 2003-2011'an de nîv milyon mirovan jiyana xwe ji dest dane. Her hwe ev şer, êrîş û pevçûnan rê li ber koçberkirina yek ji çar parên nifûsa welêt vekir.
Li welêt, pevçûnên navbera komên Şîa û Sûniyan dewam dikin. Tengezariya navbera rêveberiya navendî û Kurdan jî, di her kêliyê de dikare veguhere pevçûneke leşkerî.
LI MISRÊ DIJWARIYA SIYASÎ
Li Misrê di pevçûnên bi hilweşandina deshilatdariya Hunsu Mubarek û bi darbeya leşkerî re têkbirina deshilatdariya Biratiya Misliman re, tê gotin 1,119 kesan jiyana xwe ji dst dan. Bi darbeya leşkerî re, alîgirên Biratiya Misliman bi dijwariyê hatin tepisandin û fikar tê kirin û pevçûnên li welêt zêde bibin.
LI YEMENÊ ŞERÊ LI DIJÎ EL QAÎDE
Xaşa eşîran a li bakurê Yemenê ji sala 1992'an û vir ve weke qadeke lê komên oldar ên radîkal bi bandore tê zanîn. Di navbera hikûmeta ku herêmên krîtîk ên welêt şerîda peravê di kontrola xwe de digire û endamên û milîtanên eşîran de pevçûnên dijwar diqewimin û heta roja îro 3 hezar û 799 kesan jiyana xwe ji dest dan. Pevçûnên di sala 2012'an de dijwar bûn, bi ti awayî nayê payîn ku bi aştiyekê re bi dawî bibe.
LI EFGANÎSTANÊ ŞERÊ BÊ DAWÎ
Dîroka nêz a Efganîstanê, bi temamî bi şer ve tijî ye. Ji sala 1978'an û vir ve li ser hev 2 salên bi aram nejiya. Ji hingî ev 2 milyon û 84 kes di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan. Di navbera salên 2012 û 2013'an de di şerê navbera El Qaîde û Talîban û artêşa Efgan û hêzên NATO'yê de nêzî 10 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Tevî ku DYE dest bi hevdîtinên li gel Talîbanê kiriye jî, pevçûnên li welêt hînê dewam dikin.
EYNIKA EFGANÎSTANÊ: BAKURÊ PAKÎSTANÊ
Herêma Bakurê Vezîrîstan a li bakurê Pakîstanê, yek ji cihên ku pevçûnên cidî lê diqewime ye. Li vê herêma ku Talîban lê bi bandor e, bingeha herî xurt a El Qaîdeyê lê heye. Bakurê Vezîrîstan timî li êrîşa hewayî ya balafirên bê mirov ên DYE rast tê. Li vê herêmê di navbera artêşa Pakîstan û hêzên Talîbanê de jî pevçûn rû didin. Di van pevçûnan de ji sala 2012'an û vir ve 9 hezar û 500 kesan jiyana xwe ji dest dan.
LI SOMALÎ ŞERÊ NAVXWEYÎ
Li parzemîna Efrînayî şerê navxweyî yê hêrı kevn Şerê Navxweyî yê Somalî ye. Di vî şerî de heta roja îro nîv milyon mirovan jiyana xwe ji dest dan. Di demên dawî de pevçûnên navbera yekîneyên artêşê yên ser bi hikûmeta navendî û milîtanên Îslamî de dijwar bûn. Bi milyonan mirov ji ber van pevçûnan yan koçî welatên derve kirin an jî di kampên penaberan ên li nava welêt de di nava şert û mercên hovane dijîn.
PEVÇÛNA TIRKIYE-KURD
Bi Newroza sala 2013'an û vir ve, bi pêvajoya aştiyê ya ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd destpê kir pevçûnên dijwar ên di sala 2012'an de qewimîn, bi dawî bûn. Lê belê, beramberî vekişîna gerîla, neavêtina gavên ji bo demokratîkbûyînê û xemsariya hikûmeta Tirk a li pêşberî pêvajoyê, potansiyela pevçûnên li welêt xurt dike.
KOLOMBIYA-FARC
Di şerê navxweyî yê Kolombiyayê de, ku xwedî taybetmendiya şerê herî demdirêj ê cîhanê ye, di demên dawî de hêviyên ji bo çareseriyê zêde bûn. Hevdîtinên aştiyê yên di payiza 2012'an de destpê kir û di sala 2013'an de jî dewam kir, di meha Tebaxê de bi vekişîna FARC'ê ji maseyê rawestiya. Di sala 2012'an de di pevçûnên li vê derê de 4 hezar û 700 milîtanên FARC'ê û herî kêm hezar û 700 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Fikar tên kirin ku pevçûn ji nû ve destpê bikin.
HERÊMÊN HESAS ÊN CÎHANÊ
Li cîhanê, tevî herêmên bi şer her weha geleke herêmên lê pevçûnên kêm an jî qadên xwedî potansiyela pevçûnan hene. Pevçûna Îsraîl-Fîlîstînê, li Fîlîpînan serîhildana Komunîst, Keşmîr, Belûcîstan, Rojhilatê Kurdistanê, Bûrma, pevçûna olî ya li Nîjeryayê, Maoîstên li Hîndîstanê, Sahara Rojava, Perû, Kafkasya, Nîvgirava Sîna tenê çend ji van herêman e.