Roja yekem a civata giştî ya HDK’ê bi dawî bû

Roja yekem a civata giştî ya HDK’ê bi dawî bû

5’emîn Civata Giştî ya Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK)  piştî xwendina raporên xebatê, di roja yekemîn de bi dawî bû. Civata giştî wê sibê jî berdewam bike.

Civata Giştî ya HDK’ê li Navenda Çandê ya Kocatepe bi dirûşma “Bi HDK’ê re rêwîtiya ber bi aştî, azadî û jiyana nû ve” ku îro destpê kir, piştî rûniştina duyemîn a îro bi dawî bû û wê sibê bi rûniştinên din berdewam bike.

Piştî navbera nîrvro ji bo danezan û komîsyonên mûtebeqatê hatin erêkirin. Lîsteyên komîsyonan bi hevdengiyê hatin qebûlkirin.

Piştî rûniştina axartinên mêvanan, civata giştî piştî navberê berdewam kir. Piştî axaftinan, raporên xebatan hatin xwendin. Her wiha Meclîsa Ciwanan û Koordînasyona Meclîsa Jinan a HDK’ê jî hatin xwendin.

Piştî xwendina raporan, navbereke kurt hate dayin û gotûbêj li ser raporan hatin kirin.

Civata giştî ya HDK’ê wê bi rûniştinên nû sibê destpê bike. Wê rûniştinên sibê de guhertinên rêziknameyê û biryarên nû bêne dayin. Piştî rûniştina sibê wê hilbijartin pêk bê. Tevî hilbijartina meclîsa rêveberiyê, wê hevberdevkên HDK’ê jî bêne hilbijartin.