NÛ DIBE-Roja Kobanê li çar aliyên Ewropayê hate pîrozkirin
1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gelek welatan hate pîrozkirin.
1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gelek welatan hate pîrozkirin.
VIYANA
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) pîrozbahiyek hate lidarxistin.
STOCKHOLM
Pîrozbahiya li paytexta Swêd Stockholmê jî, li meydana Norra Bantoget a li ber avahiya Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Swêdê (LO) saet di 18:00 de pêk hat. Bi navê Rêxistina Navendî ya Sendîkayên Swêdê (SAC) Lena Tornlof li vir axivî û anî ziman, ku gelê Kurd ê bi biryardarî li dijî DAIŞ'ê têdikoşe, li Rojava sîstemeke adîl ava kirine. Ji rêxistina ciwanan a Partiya Çep jî Tîna Erîcsson işaret bi girîngiya piştgiriya bi Şoreşa Rojava re kir. Nûnerên Meclîsa Jinên Kurd a Amara û Yekîtiya Jinê ya Sara jî destnîşan kirin, ku serketina li Rojava berhema nêrîn û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
GAVLE
Li bajarekî din ê Swêdê Gavle ku li herêma Dalarna ye, bi heman armancê çalakiyek li meydana Storatorgetê pêk hat. Piştî axaftinên li vê derê unermendê Îranê Mahoo derkete ser dikê û bi stranên Kurdî, Farsî û Swêdî reng da çalakiyê.
Wekî din, li rojnameya Arbetarbladetê jî bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê gotarek li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê hate weşandin.
OSLO
Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Norwêc Osloyê dijîn, li ber strasyona trenê ya Osloyê li hev civiyan û ber bi avahiya parlamentê ve meşiyan. Di meşê de alên YPG/YPJ'ê hatin hildan, bi zimanê Norwêcî dirûşmên "Bijî YPG/YPJ", "Azadî ji Kurdistanê re" hatin qîrîn. Pîrozbahiyî heta derengiya şevê bi gerandina govendê dewam kir.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi pêşengiya NCDK'ê li meydana Vîeûx-portê pîrozbahiyek hate lidarxistin. Di pîrozbahiyê de ku bi sedan kes lê amade bûn, ji TEV-ÇAND'ê Koma Awazên Raperîn berhemên xwe pêşkêş kir.
1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gelek bajarên Elmanyayê jî hate pîrozkirin.
DARMSTADT
Li bajarê Darmstadtê bi sedan Kurdistanî li meydana Lûîsen Platzê li hev civiyan, dirûşma "Bijî Serok Apo" qîriya û govend gerand.
STÛTTGART
Pîrozbahiya li Stûttgartê jî ji aliyê Însiyatîfa Piştgiriya bi Kurdistanê re hate organîzekirin û girseya gel ji Laûtenshclagerstrasseyê dest bi meşê kirin. Parlamenterê Partiya Çep Tobîas Fluger li vir peyivî û got, "Em dixwazin qedexeya li ser PKK'ê ya li elmanyayê bê rakirin." Piştî meşa li navenda bajêr, li Schlossplatzê mîtîngek pêk hat û pîrozbahî bi gerandina govendê qediya.
BORDEAÛX
Li bajarê Bordeaûx ê Fransa di pêşengtiya Tevgera Jinê de çalakiyên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan dabûn destpêkirin bi mîtîng û konên enformansyonê dewam dikin.
Konê enformasyonê ên li Qada Vîctoîre ya 1’ê Mijdarê hatibû vedan, wê heta 11’ê Mijdarê dewam bike.
Di çalakiyên biboneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, berxwedana Kobanê hate silavkirin, serkeftina YPG’ê û YPJ’ê hate pîrozkirin.
PARÎS
Aktivîteya ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ên Fransa (TJK-F) û Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) ve tê lidarxisitn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê pêk hat.
Di aktivîteya Roja Kobanê ya Cîhanê de pêşengeha wêneyan a têkoşîna şervanên jin ên YPG’ê ku ji aliyê Esmaell Mamelî ve hatibû amadekirin û belgefilma bi mijara berxwedana Kobanê (Bûerre des Fîlles) ya şervanên jin a ji aliyê derhêneriya wê Mylen Saûloy kiribû hate nîaşnan.
Aktivîte bi tevlîbûna dostên Fransî û Kurdistaniyan bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû şehîdên şoreşê ve destpê kir. Di aktivîteyê de hate diyarkirin ku berxwedana jinan bi berxwedana Kobanê re ji bo hemû mirovahiyê bû hêvî.
DRANCY
Roja Kobanê ya Cîhanê li ber peravên Drancy a Parîsê bi konsera hunermendên TEV-ÇAND Parîsê ve bi coş hate pîrozkirin.
Di aktivîteya Roja Kobanê ya Cîhanê ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Drancy hate lidarxistin de, flamayên YPG’ê û YPJ’ê hatin hildan. Di aktivîteyê de hate bibîrxistin ku di berxwedana Kobanê de berxwerdana jinên Kurd ji bo hemû gelên hejar bû hêviya jiyanê.
Di aktivîteyê de ji hunermendên Meclîsa TEV-ÇAND Parîsê Nûarîn, Farqîn Azad, Hozan Marûf, Cîhan Semsûr, Diyar Oren, Seydo Manaz, Deza Amed û koroya zarokan a NCKD Drancyê derketin ser dikê.
Aktivîteya ku bi sedan kes tevlî bûn bi dirûşma “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” ve bi dawî bû.
MANTES LA JOLÎE
Li Montes La Jolîe yê di çarçoveya heman rojê de li bajêr tûra wesayîtan hate gerîn.
Bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ’ê di nava bajêr de tûr hatin gerîn.
Di konvoya eleqeyek mezin hate nîşandan de, dirûşmên “Bijî Serok Apo” hate qîrkirin.