Roja duyemîn meşa ciwanan bi dawî bû

Roja duyemîn a Meşa Dirêj a ciwanên Kurd bi dawî bû.

Meşa Dirêj bi dirûşma "Ji bo azadiya Rêber Apo bi hev re serhildan" pêk tê. Di roja duyemîn de ciwan ji bajarê Lehrte yê Elmanyayê heta bajarê Celleyê meşiyan.

Li gel hewldanên astengkirinê yên polîsên Elman ciwan bi qasî 15 kîlometreyan meşiyan û çalakiya xwe bi biryardarî dewam kirin.

Ciwanên antîfaşîst ên li mala çepgiran, ji bo piştgiriyê bidin ciwanan, pankarta bi wêneyê gerîlayê PKK'ê Agir Stêrk bi camê ve daliqandin ku Agir Stêrk sala 2018'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Polîsan li Celleyê ji bo demekê meş rawestandin. Ciwanan jî govend gerandin. Piştî ku polîsan qedexe kirin ku zêdeyî 5 kesan govend neyê gerandin, ciwanan jî bi komên ji 5 kesan dest bi gerandina govendê kirin. Polîsan hewl dan stranan qedexe bikin, lê ciwanan vê carê bi xwe stran gotin.

Meşa ku tevahiya rojê bi coş derbas bû, li Celleyê bi dawî bû. Piştî amadekirina plansaziya rojê, sînevîzyon hate nîşandan û panelek bi mijara 'asîmîlasyonê' hate dayin.

Roja 3'emîn a meşê wê di navbera bajarên Celle-Unterluessê pêk were.