'Roja Şemiyê em ê bi hev re festîvala xwe pîroz bikin'

Berpirsyarê PDKS'ê yê Ewropayê Mahmûd Davûd nerazîbûn nîşanî Şaredariya Dînslakenê da ku Festîvala Çanda Kurd qedexe dike û got, ev helwesta kêfî ya şaredariyê ku beriya serdana Erdogan nîşan dide, helwesteke siyasî ye.

Ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku wê roja Şemiyê li bajarê Dînslaken ê Elmanyayê pêk were, amadekarî qediyan e. Festîvala ji sala 1992'an û vir ve bi rengekî kevneşop her sal li Elmanyayê tê lidarxistin. Festîvala îsal jî ji aliyê Platforma Efrînê ve tê organîzekirin ku 93 partî, rêxistin û saziyên cuda di nav de cih digirin. Berpirsyarê Ewropayê yê Partiya Demokrat a Kurdên li Sûriyeyê (PDKS) û endamê Komîteya Amadekar a Festîvalê Mahmûd Davûd got, destûra qanûnî ya li ser festîvalê hatiye girtin, lê tevî vê yekê jî Şaredariya Dînslakenê bi helwesteke kêfî tevdigere.

Davûd diyar kir, berî 3 mehan wan agahî dan şaredariyê ku wê festîval bê lidarxistin û got, "Di nava 3 mehan de hemû karên hiqûqî hatin kirin û destûr hate girtin. Şaredariya Dînslakenê bi hincetên cuda timî pirsgirêk derxist. Tevî vê yekê jî me hemû daxwazên wan û prosedur bi cih anîn. Lê belê şaredarê bajêr berî bi 2 rojan bêyî ku sedemekê nîşan bide, ji me re ragihand ku wê destûrê nede festîvalê."

NE ERK Û KARÊ ŞAREDARIYÊ YE KU FESTÎVALÊ QEDEXE BIKE

Davûd da xuyakirin ku biryarek li ser qedexekirina festîvalê nîne û got, ti giraniya vê biryara kêfî ya Şaredariya Dînslakenê nîne. Davûd bi bîr xist ku li gorî qanûnên Elmanyayê erka şaredariyê nîne ku biryarên wiha bide û got, "Ya rast, biryarek jî li holê nîne. Ev yek helwesteke kêfî ya şaredariyê ye. Şaredar tenê bi devkî ji me re got, 'em destûrê nadin'. Ji aliyê qanûnî ve erka xwe nîne ku biryarên wiha bide. Ji xwe di qanûnên Elman de jî biryar bi vî rengî nayên girtin. Me bi rêya parêzerên xwe serî li dadgehê dan û em bawer in ku ev helwesta şaş a şaredariyê wê ji dadgehê vegere."

Davûd destnîşan kir ku helewsta şaredar helwesteke siyasî ye û wiha pê daket: "25 sal in ev festîval li Elmanyayê tê organîzekirin û heta niha nebû pirsgirêk. Hûn çima îsal hewl didin qedexe bikin? Ku 3 mehan bi hinceta prosedurê çi ji me xwestin me bi cih anîn. 4 roj mane ji bo festîvalê, şaredarî radibe dibêje 'em cih nadin'. Em li sedema vê dipirsin, ti daxuyaniyê nadin. Em pê zanin ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan wê van rojan bê Elmanyayê. Bi dîtina me, ev biryara şaredariyê bi serdana Erdogan re têkildar e. Ji bilî vê yekê ev biryara beriya serdana Erdogan hatiye girtin bi ti awayî nayê vegotin."

ROJA ŞEMIYÊ EM Ê FESTÎVALA XWE PÎROZ BIKIN

Davûd diyar kir, divê şaredar tavilê dest ji vê helwesta xwe ya kêfÎ berde û got, "Li ser helwesta kêfî ya şaredar wê dadgeh îro biryara xwe bide. Eger dadgeh jî festîvala me qedexe bike, alternatîfa me heye. Di rewşeke wiha de em ê mîtîngeke mezin li dar bixin."

Berpirsyarê Ewropayê yê PDKS'ê û endamê Komîteya Amadekar a Festîvalê Davûd bi bîr xist ku Kurdên li Ewropayê ji bo festîvalê amadekariyên xwe qedandine û herî dawî got, "Bi hezaran Kurdên li welatên cuda yên Ewropayê bi rojan e amadekariyê ji festîvalê re dikin. Bi sedan otobus û wesayitên taybet ji bo tevlîbûna festîvalê hatin amadekirin. Roja Şemiyê em ê bi hev re festîvala xwe pîroz bikin."