'Roja 8'ê Îlonê em ê li Dînslakenê Festîvala Çandê lidar bixin'

Platforma Piştgiriya Efrînê: Roja 8'ê Îlonê wê li bajarê Dînslakenê Festîvala Çandê ji aliyê 93 saziyan ve bê organîzekirin.

Platforma Piştgiriya Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, platforma ku ji 93 saziyên Kurd, Tirk, Asûrî-Suryanî, Ermenî, Êzidî, Elewî, Xiristiyan, Misilman, rêxistinên jin û ciwanan ên ji çar parçeyên Kurdistanê pêk tê, 8'ê Îlonê wê li bajarê Dînslakenê Festîvala Çandê li dar bixe.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku festîval bi dirûşma "Piştgiriya bi Efrînê re, ji bo azadî û wekheviyê azadî ji Birêz Ocalan re" tê lidarxistin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Piştî ku dewleta Tirk Çileya 2018'an êrîş bir ser gelê sivîl ê li Efrînê, me Platforma Piştgiriya Efrînê ava kir. Bi pêşengiya vê platformê ku ji rêxistin û komên siyasî, çandî, jin, ciwan û baweriyan ên li Elmanyayê pêk tê, ji bo rawestandin aşer me gelek çalakî organîze kirin. Yekane daxwaza me ew e ku pirsgirêk bi rêya diyalog û aştiyê werin çareserkirin. Dewleta Tirk di şerê Efrînê de li pêş çavên tevahiya cîhanê bi rengekî vekirî hiqûqa navneteweyî binpê kir.

Ji Adara 2018'an dema dagirkirina Efrînê û vir ve dewleta Tirk bi her awayî şîdet li sivîlan kir û konvansiyona Cenevreyê jî binpê kir. Bi çeteyên DAÎŞ'ê û komên xwe yên mîna wan ên li Efrînê bi cih kiriye, zilmê li jinan, Kurdan, Elewî û Êzidiyan dike.

Weke Kurd-Asûrî-Suryanî, Tirkmen, Tirk, Ermenî, Êzidî, Elewî û Xiristiyanên di nava Platforma Efrînê de cih digirin, ji bo pêşî li tinekirina jiyana hevpar bê girtin, em dixwazin desteka raya giştî ya Elmanya û Ewropayê xurtir bikin. Ya herî girîng jî, cara yekê ye em tevlî saziyên Kurdistanî yên xwedî nêrînên cuda ne, festîvalekê organîze dikin.

Em pê bawer in ku gel û bawerî dikarin bi hev re bi awayekî aştiyane û wekhev bijîn. ji ber vê yekê, weke pêkhateyên Platforma Efrînê em dixwazin di festîvala îsal de reng, hevgirtin û dijberiya xwe ya li şer û şîdetê nîşanî raya giştî ya Elman bidin. Em di wê baweriyê de ne, ku bi rengê xwe em li dijî şer alternatîfa aştiyê ne. Em dixwazin bi desteka raya giştî ya li Elmanyayê dawî li vî şerî bînin.

Weke platformê, ji bo amadekariyên vê festîvalê me hemû daxwazên teknîkî û burokratîk ên saziyên pêwendîdar bi cih anîn. Lê belê tevî vê yekê her roj hinceteke nû tê derxistin û bi vî rengî hewl tê dayin ku pêşî li festîvalê were girtin. Halbûkî her tişta ku di çarçoveya qanûnan de diviyabû bihata kirin, me kirine. Komîteya me ya amadekar doh bi rayedarên şaredariyê re rûniştin. Nêzîkatiya rayedaran û sekna wan a ku li diyalogê girtî ne, em xistin nava gumanan. Ev nêzîkatî tê wateya destekkirina polîtîkayên qirkirina fîzîkî û çandî ya dîktator Erdogan ku li Kurdistanê dimeşîne. Em zanin ku nêzîkatiyên bi vî rengî teknîkî nîne, nêzîkatiyên siyasî ne.

Halbûkî divê ji gelên Kurdistanê yên ku li dijî zîhniyeta DAÎŞ'ê têdikoşin derfet bên dayin ku festîvala xwe pêk bînin û bi vî rengî aştî û demokrasiyê xurtir bikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, parlamenterên ji partiyên cuda yên li Parlamenta NRW'ê û gelek kesayetan hewl dan. Ji bo pêşî li polîtîkayên dîktator Erdogan were girtin, gelekî girîng e ku ev destek û diyalog heta dawiya festîvalê bidome.

Em bang li raya giştî û demokratên li Elmanyayê dikin ku tevlî Festîvala Çanda Kurd bibin. Ji hemû Kurdistaniyan jî dixwazin ku li dijî qirkirina çandî bi rengê xwe yê neteweyî û bi coşeke mezin tevlî festîvalê bibin û xwedî li çanda xwe derkevin."