Rûhanî: Têkiliyên xwe yên bi Îsraîl û DYA’yê ji ber çav derbas bikin

Li hemberî êrîşên Îsraîlê yên li ser Fîlîstînê, li Tirkiyeyê bi şovan ‘bersiv tê dayîn.’ Îranê jî bang li hemû welatên misilman kir ku bila têkiliyên xwe yên bi Îsraîl û DYA’yê ji ber çavan derbas bikin.

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî piştî biryara DYA’yê ya ku DYA dixwaze balyozxaneya xwe bibe Qudûsê ya ku Îsraîlê ew ji xwe re paytext hilbijartiye, tevlî civîna Teşkîlata Yekîtiya Îslamê bû ya ku li Stenbolê hate lidarxistin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan ê ku hemû têkiliyên xwe yên aborî bi Îsraîlê re didomîne û ji ser Filîstînê dixwaze ji xwe re dengan peyda bike, di civînê de qala gotinên vala kir.

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî jî di civînê de axivî û xwest ku welatên Misilman ên ku piştgiriya Filîstînê dikin helwestên tund bidin. Rohanî bang li welatan kir ku bila têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin.

Rûhanî di deman demê de xwest ku bila welatên endam têkiliyên xwe yên bi DYA’yê re jî ji ber çavan derbas bikin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan jî dixwaze ji ser êşên gelên Filîstînê ji xwe re dengan peyda bike û duh bi awayekî ku li tu dera cîhanê tuneye tevlî mîtînga ji bo Qudûsê bûbû.

Di çapemeniya Tirkiyeyê de jî hate diyarkirin ku rêveberiya dewletê heke tevlî mîtîngên wisa bibe, ev tişt di nav AKP’ê de jî germ lê nayê nêrîn. Ji ber ku tê zanîn hikumet ji şikayet û giliyan zêdetir divê helwestan diyar bikin.