Rodî Osman: Divê Rûsya Federasyona Bakurê Sûriyeyê nas bike
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojava ya li Moskowayê bang li Rûsyayê kir, ku Federasyona Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê nas bike.
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojava ya li Moskowayê bang li Rûsyayê kir, ku Federasyona Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê nas bike.
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojava a li Moskowayê, li paytexta Rûsya Moskowayê civîneke çapemeniyê lidar xist. Civîn li salona konferansê ya rojnameya Argûmentî Î faktî pêk hat û Nûnerên Rêbeberiya Xweser a Rojava Rodî Osman û Reşad Bênav tevî Nûnerê PYD'ê yê li Rûsyayê Abdulselam Alî li civînê amade bûn.
Rodî Osman di civînê de axivî:
"Terorîzm ne tenê li Sûriyeyê li tevahiya herêmê derbên mezin li gelê sivîl xist. Bi taybetî, êrîşên herî mezin ên bi pêşengiya DAIŞ'ê li hemberî Kurdan hat kirin, li Kobanê û Şengalê pêk hatin. Kurdên ku bi vîna xwe ya mezin xwe parastin, ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelên bindest û yên rastî şîdetê tên bûn hêviya azadiyê. Di bin ala YPG û YPJ'ê de ciwanên ji gelek gelên cuda, li dijî komên terorê şer dikin. Kurd ji aliyekî ve li dijî komên terorê şer dikin û nahêlin ew li herêmê mayînde bibin, li aiyê din jî bi gelên din ên li herêmê re sîstema demokratîk ava dikin. Rêveberiya kantonan a beriya niha li sê herêmên cuda hatin ragihandin û Federasyona Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê ya bi beşdariya derdorên cuda hat ragihandin, ji bo aramî û jiyana aştiyane ya gelê herêmê gaveke mezin e. Ev gav ji aliyê gelê herêmê ve bi vîna xwe hat avêtin. Lewma di serî de Rûsya divê hemû dewlet vê gavê nas bikin."