Roboskî: Em rapora komîsyon derbixe bê alî nabînin

Roboskî: Em rapora komîsyon derbixe bê alî nabînin

Zêdetirê salekê bi ser Komkujiya Roboskiyê ku 34 zarok û ciwanên Kurd ên sivîl têde jiyana xwe ji dest dan re derbas bû. Gelê Roboskî weke roja destpêkê, îro jî têkoşîna xwe ya ji bo edaletê didomîne. Lê hukûmeta AKP’ê zextê li Komîsyona Qilaban a ji aliyê Meclîsê ve hatiye avakirin dike ku rapora xwe ya derbarê Roboskî de aşkere neke. Gundiyên Roboskiyê nerazîbûn nîşanî aşkerenekirina raporê da û da zanîn ku ew rapora ku dê bê aşkerekirin yek alî nabînin.

 Balafirên şer ên artêşa Tirk roja 28’ê berfanbara 2011 li navçeya Qilaban a Şirnexê li gundê Roboskî bombe bi ser gundiyên Kurd de barandin û di encamê de 19 jê zarok 34 sivîl hatin qetilkirin. malbatên  Roboskî biryar dan ku roja 31’ê çileyê biçin li ber Navenda Giştî ya AKP’ê çalakiyek li dar bixin. Lê ji ber pêşketinên di çarerseiya pirsgirêka Kurd de, vê çalakiya xwe taloq kirin. Gundiyên Roboskiyê derbarê aşkerenekirina rapora Komsîyona Qilaban a girêdayî Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê de nirxandin ji ANF’ê re kirin.

KOMÎSYON NE JI BO RONÎKIRINÊ, LÊ JI BO KÊMKIRINA NERAZÎBÛNAN  HATE VAKIRIN

Ferhat Encuyê ku di komkujiyê de birayê xwe û gelek xizmên xwe winda kir, diyar kir ku ji roja ku komîsyon hatiye avakirin û vir ve, ew weke malbat pêre di nava têkiliyan de ne û bi bîr xist ku gelek endamên malbatan bi komîsyonê re hevdîtin pêk anîn. Encu destnîşan kir ku ev komîsyon ne ji bo ronîkirina bûyerê, lê ji bo kêmkirina nerazîbûn û bertekên raya giştî hatiye avakirin û got: “jixwe ew bi xwe nîşan didin ka armanca wan çi ye. Jixwe ligel komîsyonê, Serfermandariya Artêşê, Wezîrê Navxweyî û Serokwezîr heman daxuyaniyan didin.”

Encû bi bîr xist ku komîsyonê her tim aşkerekirina raporê taloq kir û bal kişand ser daxuyaniya “xeletiya koordînasyonê” ya Serokê Komîsyona Qilaban ê AKP’yî û got: “Jixwe ji vir encama raporê diyar dibe. Dixwazin vê yekê di raporê de aşkere bikin. Jixwe ji ber vê jî her tim taloq dikin.” Encu nerazîbûn nîşanî daxuyaniya “Ne sivîl bûn, PKK’yî di nava wan de hebûn’ a Erdogan û rayedarên din ên Tirk da û diyar kir ku tu kesek nikare vê yekê weke tiştek rewa nîşan bide û got: “Ger PKK’yî jî bûna ev dîsa dibû komkujî û ne tiştek rewa  ye.”

VELÎ ENCU: TÊ ZANÎN DEWLETÊ KOMKUJÎ KIR

Velî Encuyê ku di komkujiyê de xizmên xwe winda kiriye diyar kir ku ev zêdetirê 13 meh in bi ser komkujiyê re derbas bûne, her kes dizane ku dewletê komkujî kiriye. Velî Encu destnîşan kir ku dema wana bi hêstiran cenaze dianîn jî  helîkopter bi ser wan re difiriyan û got: “Wê rojê em weke dijmin didîtin. Gava em li tiştên piştî komkujiyê qewimîne dinêrin, em dibînin ku tu tiştek neguheriye.”