Rihayî: Kobanê em in, em Kobanê ne

Rihayî: Kobanê em in, em Kobanê ne

 Li Rihayê girtina 4 birîndarên ji Kobanê hatine û xwediyê malê Mustafa Çîçek bi meşeke hate şermezarkirin. Di meşa ku bi saden kes beşdar bûn de peyama "Kobanê em in, em Kobanê ne. Heke alîkarî dayîna welatiyên Kobanê sûc be em hemû sucdar in" hate dayîn.

Li Rihayê girtina 4 YPG'iyên ku di pevçûnan de birîndar bûn û li Rihayê ev remeke dihatin dermankirin û girtina xwediyê malê bi meşeke bi beşdariya sedan kesan pêk hat hate şermezarkirin. Girseya ku bi banga HDP û DBP'ê li qada Topçu kom bun pankarta "Israra jiyana azad dê faşîzma DAIŞ û AKP'ê têk bibe. Ji qirkirina siyasî re na" "Me bi ciwanî dest pê kir, bi ciwanî bi dawî bikin" û dowîzên "Kobanê em in, em Kobanê ne" "Nikarin me bêzar bikin" "Em xwedî li Kobanê derdikevin" "Ji girtiyên siyasî re azadî" "Bijî berxwedana Kobanê" hilgirtin û bi dirûşm û tîlîliyan ve heka Navenda Kar a Ahmet Bahçivan meşiyan.

Li vir sirûda çerxa şoreşê hate xwendin û piştî rêzgirtinê Hevserokê DBP'ê yê Rihayê Îsmaîl Kaplan axivî. Kaplan got ku girtin ne hiqûqî ye siyasî ye.

Piştre li ser navê komê ji rêveberên DBP'ê Sakîne Yuksekkaya axivî û destnîşan kir ku ew ê li dijî pêla girtinê ya li hemberî birîndaran şermezar dikin û dê bêdeng nemînin. yuksekkaya bilêv kir ku AKP di şexsê Kobanê de li diji destkeftiyên Rojava dijminatiyê dike û hikûmeta tirk bi awayele aşkera piştgiriya xwe ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê nîşan daye.

Herî dawî keça Mustafa Çîçek ê mala xwe ji bo bîrandaran vekiribû ji ber vê hate girtin Berfîn Çîçek axivî. Çîçek anî ziman ku nêzîkatiya li dijî bavê wê û birîndaran nehiqûqî ye le gel hemû tiştan ew ê xwedî li welatiyên Kobanê derkevin.

Piştre gel 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xist û piştre bi dirûşm, çepik û tîlîliyan ve çalakî bi dawî bû.