Rêya rast a derxistina çeteyan ji Îdlibê

Eger Rûsya û Sûriye dixwazin li Îdlibê bi Kurdan re tevbigerin, divê bi rengekî rast nêzî Kurdan bibin. Rêya herî rast a rizgariya ji çeteyên li Îdlibê û pêkanîna aştî û aramiya li Sûriyeyê lihevkirina demokratîk a bi Kurdan û Bakurê Sûriyeyê ye.

Gotara Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû ya li rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê hate weşandin.

Niha nîqaş li ser tê kirin bê pirsgirêka Îdlibê çawa were çareserkirin. Sûriye û Rûsya ji bo operasyoneke derxistina çeteyan ji Îdlibê amadekariyan dike. Tirkiye jî li ber vê operasyonê radibe. Bi derengxistina operasyonê re hewl dide çeteyan ji şer re amade bike. Bi vî rengî dixwaze bi Rûsya û Sûriyeyê re di pozîsyoneke baştir de bazarê bike. Bêguman desthilatdariya AKP'ê wê di vê bazarê de teqez Kurdan bike rojevê. Ji ber ku tirs û fikara bingehîn a desthilatdariya AKP'ê destketiyên Kurdan ên li Sûriyeyê ye.

Derxistina çeteyan ji Helebê û bicihkirina wan li Îdlibê nîşan dida bê wê dema were li Îdlibê çi biqewime. Lewma Rûsya ya wê van çeteyan bi destê Tirkiyeyê bitevizîne, ya jî Tirkiye û Rûsya-Sûriye wê li ber hev rabin. Bicihkirina çeteyan li Îdlibê ne ji bo herêmeke cuda ya ser bi Tirkiyeyê bê avakirin, hate kirin. Tirkiyeyê dixwest wan bike hêzeke ji bo bazareke din. Rûsya û Sûriyeyê jî dixwest çeteyan li wir bicivînin û dorê li wan bigirin. Dibe ku Rûsya û Sûriyeyê plan nedikirin ku di demeke kin de berê xwe bidin wê herêmê. Lê belê bi krîza siyasî û aborî ya li Tirkiyeyê re operasyona li Îdlibê xistin rojevê.

Tirkiye jî bêyî ku şûna lingê xwe di polîtîkaya Sûriyeyê de xurt bike, naxwaze Îdlibê ji dest berde. Ji ber ku bi kontrolkirina Cerablûs, Bab, Efrîn û Îdlibê re hesabê wê yekê dikir ku weke hêzeke xurt a bazarê bi kar bîne. Wê bibûya aktorekî siyasî yê cidî ku ev dever bi rengekî yekpare di bin bandora wê de ye. Lê belê daxwaza derxistina çeteyan ji Îdlibê wê van hesabên Tirkiyeyê ji hev bixîne. Rewş û hêza niha ya Tirkiyeyê li pêşberî Rûsyayê qels e. Rûsya tengaviya aborî ya Tirkiyeyê dibîne û bi pêşkêşkirina hin derfetan re li ser Tirkiyeyê ferz dike ku çeteyan li Îdlibê derxîne.

Tirkiye niha li Îdlibê tengav bûye. Tirkiye hewl dide bi desteka DYA û Ewropayê li wir bimîne, lê dibîne ku nikare di Îdlibê de israr bike. Lewma hesabê wê yekê dike ku di berdêla Îdlibê de tiştekî bistîne. Ji ber vê hesabê, hîn jî di mijara operasyoneke gengaz a li Îdlibê de helwesteke zelal nîşan nedaye. Li gorî agahiyên ku me bihîstî, Tirkiyeyê di berdêla Îdlibê de pêşniyar kiriye ku herêma niha penaberên Efrînî lê ne jê re bê hiştin. Yanî dixwaze herêma Til Rifat û Şehbayê di berdêla Îdlibê de jê re bê hiştin. Bi vî rengî Tirkiye dixwaze bandora xwe ya li Cerablûs, Bab û Efrînê qewîn bike û zexta li ser Minbicê girantir bike. Pêkane ku têkiliya Tirkiye û Rûsyayê dîsa bibe bazareke gemarî ya li ser Kurdan.

Bêguman pêşniyareke bi vî rengî ne pêşniyareke welê ye ku bi hêsanî ji aliyê Rûsyayê ve bê qebûlkirin. Eger tiştekî wiha bibe, wê têkiliya navbera Rûsya-Sûriyeyê û Kurdan bi temamî qut bibe. Polîtîkayên bi vî rengî yên Rûsya û Sûriyeyê dibe ku têkiliya wan a bi Kurdan re bibirin. Eger Kurd li dijî Tirkiyeyê weke amûreke şantajê bê bikaranîn; Tirkiye jî li dijî Kurdan weke amûreke şantajê were bikaranîn, ev yek wê polîtîkayeke gelekî qirêj û gemarî be. Ev polîtîka di dawiya dawî de wê li xwediyê xwe vegere. Eger Rûsya tişta ku li Efrînê kir niha jî li Şehbayê bike, ev polîtîka dibe ku encameke ew ne li bendê ne bi xwe re bîne. Rûsya û Sûriye eger bi nêzîkatiyên wê li ber Kurdan rabin, yên winda bikin wê ew bin.

Rûsyayê li Efrînê bi Kurdan re têkilî danî, Tirkiye tirsand û bi vî rengî bi destê Tirkiyeyê çete ji gelek herêman derxist. Beriya demeke kin operasyoneke hevpar a bi Kurdan re ya li dijî Îdlibê xist rojevê û kir ku Federasyona Bakurê Sûriyeyê bi rejîmê re rûnê. Xuya ye bi vê nêzîkatiyê re xwest zextê li Tirkiyeyê bike. Eger li Îdlibê di ser Kurdan re peymaneke qirêj çêbibe, ev yek wê niyeta rastî ya Rûsya û Sûriyeyê raxe pêş çavan.

Bêguman em li gorî gotinên hatine ber guhê me vê yekê dibêjin. Lê weke me got, vê carê ne hêsan e ku Rûsya bikeve nava bazereke wiha gemarî. Eger rabe bibêje, 'ez ê çeteyên ku ji aliyê leşkerî û siyasî ve têk çûye bi rêya bazarekê derxînin', hingî wê li Sûriyeyê bikeve nava rewşeke tengav a mezin. Herhal ev yek ji bo wan wê bibe tercîheke ne aqilane. Lê belê di siyasetê de carna çareseriyên demkurt ji bo hêzên ku xwedî nêzîkatiyên teng ên polîtîk in, balê dikişînin. Eger ev agahiyên hatine bihîstin rast bin, girîng e hêzên Federasyona Bakurê Sûriyeyê vê lîstikê teşhîr û xera bikin.

Aqûbeta çeteyên ku bi Tirkiyeyê re hevkariyê dikin ji bo Tirkiyeyê ne girîng e. Ji xwe ji bo Şoreşa Rojava qels bike û di polîtîkaya Sûriyeyê de bi bandor be têkilî bi wan re danîbû. Lewma dibe ku bi bazareke li dijî Kurdan çeteyên li Îdlibê biterikîne. Ji xwe çete jî ji bo vê armancê xwedî kiribû.

Pêwîste em vê rastiyê jî destnîşan bikin; Îdlib di pirsgirêka Sûriyeyê de girêka kor nîne. Derxistina çeteyan ji Îdlibê wê neyê wateya qedandina şerê li Sûriyeyê û çareseriya pirsgirêkên li Sûriyeyê. Çete hêzeke ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû xwedîkirin û bikaranîn. Kurd û gelên Bakurê Sûriyeyê hêzên ji dînamîkên navxweyî yên Sûriyeyê ne ku bi têkoşîn û hewldaneke mezin DAÎŞ a ku Iraq û Sûriye teslîm digirt, têk birin. Kurd weke hêza herî rêxistinbûyî û dînamîk a Sûriyeyê, wê tevî gelên Bakurê Sûriyeyê di paşeroja Sûriyeyê de diyarker bin. Lewma encama rewşa siyasî ya li Sûriyeyê wê bi lihevkirina demokratîk a bi Kurdan û gelên Bakurê Sûriyeyê re diyar bibe. Eger rejîma heyî weke desthilatdariya berê ya otorîter û neteweperest bêje 'Ez ê li Bakurê Sûriyeyê serdest bim', hingî wê li Sûriyeyê tiştek nehatibe guhertin û li serî vegerin. Kurd li aliyekî, Erebên li cihên ku rejîm lê serdest e, wê vê yekê qebûl nekin. Lewma gotina 'Îdlib wê paşeroja Sûriyeyê diyar bike' nirxandineke nepixandî ye. Rewşa çeteyên ku Tirkiyeyê ew xwedî kirine, nikare paşeroja Sûriyeyê diyar bike. Ji xwe ew têk çûne. Ji gelek deveran li hev civandine û li wir bi cih kirine. Tenê bûye hêzeke li ber destê Tirkiyeyê ku ji aliyê siyasî ve bi kar tîne. Ji bilî vê ne wate ne jî qîmeteke xwe heye.

Federasyona Bakurê Sûriyeyê niha hemû gelên Sûriyeyê temsîl dike. Hêzên Bakurê Sûriyeyê yekîtiya Sûiryeyê diparêzin û ji ber ku DAÎŞ û çeteyên din têk birin, di paşeroja Sûriyeyê de xwedî roleke girîng in. Eger ev hêz nebûya, rejîma Sûriyeyê niha nikarîbû li ser piyan bima. Ti kesî bi hêza xwe ya leşkerî nekarîbû DAÎŞ'ê û çeteyên din têk bibin. Hêzên şoreşger ên Rojava bi xeta îdeolojîk-polîtîk û li ser vê bingehê bi projeya Sûriyeya Demokratîk bandora wan hêzan şikandin. Van hêzên ku pêngava îdeolojîk û siyasî kirin, dema ku li hêzeke ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve hîn xurtir e rast hatin, enerjiya xwe winda kirin. Ya ku kir ku DAÎŞ û El Nûsra têk biçe, paradîgmaya Rêber Apo û projeya Rojhilata Navîn a Demokratîk e ku li ser vê bingehê hatiye danîn. Lewma Sûriyeya nû jî wê li ser bingeha nirxên demokratîk ên hêzên Federasyona Bakurê Sûriyeyê ava bibe. Yekane projeya siyasî ya ku Rûsya, DYA, Sûriye, Îran û hemû gelên li Sûriyeyê li dora wê li hev bicivin, xeta neteweya demokratîk de ku Federasyona Bakurê Sûriyeyê xistiye meriyetê. Eger rejîma Sûriyeyê û Rûsya vê yekê nabînin, wê çaxê beriya her tiştî ew xwe dixapînin.

Eger Rûsya û Sûriye dixwazin li Îdlibê bi Kurdan re tevbigerin, wê demê divê bi rengekî rast nêzî Kurdan bibin. Rêya herî rast û encamgir a rizgariya ji çeteyên li Îdlibê û pêkanîna aştî û aramiya li Sûriyeyê bi lihevkirina demokratîk a bi Kurdan û Federasyona Bakurê Sûriyeyê dibe.