Rêxitinên HDP’ê yên bajêr bi sirûda edalet ji bo girtiyan kertên cejnê şandin

Di pêşengtiya rêxitina HDP’ê ya de, ji bo hemu girtiyên siyasî yên di bin lepên zilmê de kertên cejnê şandin. Di çalakiya li pêşiya postaxaneya Gelatasaray a Taksîmê hat lidarxistin de, Hevseroka HDP’ê Esengul Demîr axivî û got: "Ji bo her kesê edalet."

Di pêşengtiya rêxistina HDP’ê ya bajarê Stenbolê ji bo hemû girtiyên siyasî yên hemwext ên hemû navçeyan hatine girtin kart şandin. Di çalakiya li pêşiya postaxaneya Gelatasaray a Taksîmê hate lidarxitin de, li gel Hevseroka HDP’ê ya bajêr Esengul Demîr, Cengiz Çîçek, Dayikên Aştiyê, saziyên Jinan û Elewiyan û gelek girseyên demokratîk beşdarbûn. Di çalakiyê de Dayikên Aştiyê bi laçikên xwe yên spî ku nîşana aştiyê ne di rêzên pêş de cih girtin û pankarta “Ji bo her kesê edalet” vekirin.

Di çalakiyê de Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Esengul Demîr axivî û got: “ Em îro li vir ne tenê ji bo hevserok û parlementerên xwe yên girtî, di heman demê de ji bo Birêz Ocalan ê di nava tecrîdê de ye û ji bo akademîsyenên ku aşiyê dixwin û rojnamevanên girtî kart dişîni.”

Di çalakiyê de daxuyanî ji aliyê Berdevka Meclisa Jinan Eylem Dogan ve hate xwendin. Dogan bal kişand ser zextên desthilatdariyê û got: “Divê li dijî zext û êrîşên tên kirin,divê hemû aliyên muxalîf erka xwe pêk bînin. Enceq bi vî awayî civakîbûn pêk tê. Em ne tenê ji bo xwe ji bo her kesê edaletê dixwzin.”

Dogan daxwazên xwe wiha rêz kirin:

Divê parêzer û malbata Birêz Ocalan û 3 hevalên li gel bên kirin û ji bo wan edaletê dixwazin. Ji bo şoreşgerên ku bi cezayê heta hetayî hatin cezakirin edalet. Ji bo hevrêyên me yên jin ku ji bo azadiya jinê têkoşînê dikin û desthilatdariya mêr dihejîne edalet. Di kesayeta Salahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û hemû girtiyên siyasî edalet. Ji bo hevserokên DBP’ê Sabahat Tuncel, hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli hemû hevşaredaran edalet. Ji bo akademîsyenên ku gotin; ‘Em nabin hevkarên sûç’ û kedkarên civakî edalet. Ji bo rojnamegerên ku rumeta xwe parastin edalet. Ji bo Enîs Berberoglû edalet.”

Piştî edaletê girseya ku çûn postaxaneyê kertên girseyî ji bo girtiyan şandin.