Rêxistinên pîşeyî hişyariya ‘em ê hewldanên desthilatê bidin sekinandin' dan
TMMOB, TTB, TURMOB û TDB, baro û odeyên pîşeyî ji bo rawestandina desthilata ku sîstema hilbijartinê dike hedef, wê kar bikin.
TMMOB, TTB, TURMOB û TDB, baro û odeyên pîşeyî ji bo rawestandina desthilata ku sîstema hilbijartinê dike hedef, wê kar bikin.
Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB), Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB), Yekîtiya Odeyên Muşavîrên Darayî yên Muhasebetiya Serbest û Muşavîrên Darayî yên Sondxwarî yên Tirk (TURMOB), Yekîtiya Diransazên Tirk (TDB), têkildarî hewldana guhertina pergala hilbijartina baroyan û odeyên pîşeyî daxuyaniyek belav kirin û bertek nîşanî vê hewldanê dan.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku odeyên pîşeyî bi milyonan miroîv temsîl dikin û saziyên Qanûna Bingehîn in û ev hate gotin: “Em xala 135’emîn a Qanûna Bingehîn bibîr dixin. Em dixwazin bêjin û bibîra wan bixin, em ê guhertina pergala xebat û hilbijartinên odeyên xwe qet qebûl nekin. Em ê bi hemû endam û girseya xwe, hemû rêyên demokratîk bikar bînin û ji bo rawestandina vê hewlê bixebitin.”