Rêxistinên mafên mirovan: Îdareyê hewl da şopên îşkenceya li Şakranê veşêre

Heyeta ji nûnerên ÎHD, ÇHD, TÎHV û OHD ên Îzmîrê, rapora li ser lêdan û îşkenceya li girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 4. a Şakranê, eşkere kir.

Heyeta ji nûnerên ÎHD, ÇHD, TÎHV û OHD ên Îzmîrê, rapora li ser lêdan û îşkenceya li girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 4. a Şakranê, eşkere kir.

Heyeta ji nûnerên Komeleya Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (OHD) ên Îzmîrê xwest, îşkenceya li girtîgeha Şakran a Îzmîrê li girtiyan tê kirin lêkolîn bike, lê destûr nehat dayîn.

Endamên heyetê, bi girtiyan re axivîn û vegotinên girtiyan ên li ser îşkenceya li wan hatiye kirin, weke raporekê pêşkêşî raya giştî kir.

Rapor li avahiya ÎHD'ê ya Îzmîrê bi civîneke çapemeniyê hat eşkerekirin.

Hevserokê Giştî yê OHD'ê Rotînda Polat da xuyakirin, ku heyeta wan a çû girtîgehê destûr jê re nehat dayîn, lêkolînan bike û rêveberiya girtîgehê tevî vê astengiyê nehiştiye ew xwe bigihînin agahiyan.

Polat ev yek weke 'rewşeke tirsnak' pênase kir û encamên hevdîtina parêzeran a bi girtiyan re ragihand.

Polat diyar kir, girtiyên li qewîşa B-13 a girtîgehê tên ragirtin, sibeha 30'ê Hezîranê di dema serjimartinê de bûne hedefa êrîşa 20-25 gardiyanan û şopên vê lêdanê li bedena girtiyan hene.  Polat destnîşan kir, ji vegotinên girtiyan wan fêm kirine, rêveberiya girtîgehê hewl dide pêkanînên xwe yên li rûmeta mirovahiyê nayê, veşêre.

Polat da zanîn, girtiyan ragihandine ku di dema serjimartinê de gardiyanan bi fermana midûrên duyemîn ên girtîgehê Farûk Yokûş, Îsmaîl Dûrmaz û Zaîm Çîl tevgeriya ne û îşkence li wan kirine.

Polat anî ziman, ku heman îşkence û lêdan li girtiyên di greva birçîbûnê de hatiye kirin û diyar kir, ev bûyerên diqewimin cihê fikaran e. Polat da xuyakirin, ku heyeta wan ragihandiye, têkildarî pêkanînên xerab, mercên neyînî û rejîma girtîgehê de divê kontrola îdarî û dadgeriyê hebe.

Polat her wiha bang li Wezîrê Edaletê yê ku li pêşberî van kiryaran bêdeng e kir, ji bo bi berpirsyariya xwe rabe.