Rêxistinên mafê mirovan ji bo şervanên YPG’ê serî li NY dan

ÎHD, TÎHV, SES û EGÎTÎM- SEN’ê ji ber Tirkiyeyê 6 şervanên YPG’ê teslîmî çeteyên El Nusra kirine serî li NY dan. Di serlêdanê de bang li NY û Komîteya Pêşilêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê hat kirin der barê Tirkiyeyê de bikevin dewrê.

ÎHD, TÎHV, SES û Egîtîm Sen der barê dersînorkirina 6 şervanên YPG’ê yên birîndar Ehmed Şêrko, Omer Qadir, Rêber Syho, Ehmed Helûm, Cemal Ehmed û Beşîr Mihemed ên di serdegirtina 25’ê Tîrmehê ya li hember Mêvanxaneya Navenda Giştî ya Egîtîm Sen’ê de hatibûn binçavkirin û bi awayekî dijî qanûna Peymana Cenevreyê, Biyaniyan û Navneteweyî hatine dersînorkirin de serî Neteweyên Yekbûyî (NY)’ê dan. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku pêwîste şervanên YPG’ê yên birîndar li gorî “Rêvebernameya parastinê ya demkî” belgeya nasnameya demkî dabûna wan û serbest bihatana berdan. Di serlêdanê de wiha hat gotin, “Em agahiyên der barê şervanên birîndar ên YPG’yî yên bi destûra yasayî li Deriyê Sînor ê Murîşîtpinarê re ketine Tirkiyeyê li şûna ku di heman derî re bêne dersînorkirin li Deriyê Sînor ê Cîlvegozê re teslîmî çeteyên El Nusra yê baskê Sûriyeyê yê El Qaîdeyê hatine kirin bi awayekî bitirs fêr bûne.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi awayekî aşkera xuya dike ku qanûna “Qedexeya paşderêkirinê û rêgeza paşdeşandinê ya di peymanên navneteweyî û di qanûna hundir de jî heye û Tirkiyeyê qebûl kiriye hatiye binpêkirin. Di serlêdanê de wiha hat gotin, “Li gorî vê rêgez û qedexeyê, şandina mirovan a cihekî bi îşkence û pêkanînên rûmeta mirovan tên binpêkirin, an jî ji ber endamê ol û neteweyekê ye û fikrên siyasî ye rastî zilmê tê.

Di serî de em bang li hikûmetê û rayedarên Wezareta Hundir û Rêveberiya Giştî ya Îdareya Koçberan û aliyên pêwendîdar dikin ku tavilê der barê aqûbeta 6 kesên birîndar ên ji Rojava/Kobanê ku di mêvanxaneya Giştî ya Egîtîm Senê de hatibûn binçavkirin de daxuyaniyê bidin.”

Di serlêdanê de bang li hikûmetê hat kirin ku der barê rayedar û kesên hiqûqa neteweyî û navneteweyî binpê kirine lêpirsîna edlî û îdarî bê vekirin û wiha hat gotin, “Em bang li Komîseriya Bilind a Penaberan a NY û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê dikin ku ji ber vê nêzîkatiya derveyî  peymanê ji bo Tirkiyeyê bikevin dewreyê dikin. Em bang li raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê û navneteweyî dikin ku li hemberî vê dersînorkirina derveyî hiqûqê û  dijmirovî ya Tirkiyeyê kiriye  hestyar bin.”