Rêxistinên kurdan: Kesên kurdan mijul dikin dê poşman bibin
Rêxistinên kurdan: Kesên kurdan mijul dikin dê poşman bibin
Rêxistinên kurdan: Kesên kurdan mijul dikin dê poşman bibin
Di nava wan de KCD, BDP û KADEP jî heye partî û rêxistinên kurdan diyar kirin ku divê çêkirina makeqanûna nû zêde neyê taloqkirin û got ew vê qebûl nakin. Rêxistinên kurdan gotin: “Divê hemû aktorên siyasî sozên ku li qadên hilbijartinê didin bigirin. Divê gelê kurd mijul nekin.”
Piştî nameya ku serokê Meclisê Cemil Çiçek ji partiyan re şand û xebatên makeqanûnê bi têkçûyî encam bûye, ji partiyên kurd û rêxistinên kurd bertek hat.
KCD, BDP, KADEP, OSP, DDKD, Însiyatîfa Azadiyê, Platforma Vegera Xweser, Koma Diyalogê ya Dîcle-Firat û Nubiharê li Amedê daxuyaniyek hevpar dan û diyar kirin ku ew taloqkirina xebatên hilbijartinê qebûl nakin. Tirkiya daxuyaniyê serokê DDKD Îmam Taşçier û ya kurdî jî ji Însiyatîfa Azadî Adem Geverî xwend.
ÇAR DAXWAZ
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “xebatên makeqanûna nû ya ji aliyê Meclisa Netew Mezina Tirk ve hat destpêkirin bi hêviyeke mezin bi rayagiştî re hat parvekirin, pêşnîyar û nêrînên rêxistinên civaka sivîl û gel hatin girtin.
Me kurdan çar daxwazên xwe yên hevpar bi rayagiştî re parve kiribû. Em van daxwazên xwe careke din parve bikin, dubare dikin. İsrara xwe didomînin. Daxwazên me evin;
Divê nasnameya kurd bê nasîn, astengiyên li pêş rêxistibûna bi navê kurdî ya Kurd û Kurdan bên rakirin.
Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û bê qebûlkirin.
Mafê perwerdehiya zimanê zikmakî bê qebûlkirin.
Divê statuya kurdan bikeve bin ewlehiya makeqanûnê.
KURD ÊDÎ NAYÊN XAPANDIN
Di berdewamiya daxuyaniyê de wihate gotin: “Ji 1024’an heta niha nêzî sed saliye hewl didin kurdan bi makeqanûnên înkar û îmhayê bê birêvebirin. Gelê kurd dixwaze maf û statuya wan bên nasîn^u her wiha bikeve bin makeq
Di dema dawî de serokê Meclisê Birêz Cemîl Çîçek ji partiyên di Meclisê de temsliyetê dike re name şand û diyar kiribû ku nekare makeqanûnek nû bê çêkirin û ji Komîsyona Lihevkirina Makeqanûnê re serokatî kirin fêdeyekê nade. Wisa xuyaye ku xebatan taloq bikin. Lê kurd tehemulê vê nakin. Divê hemû aktorên siyasî sozên ku li qadên hilbijartinê didin bînin cih. yên ku dibêjin em gelê kurd bixapînin, dê poşman bibin.
EM MAKEQANÛNEK KU KURDAN TUNE DIHESIBÎNE NAXWAZIN
Ji bo çêkirina makeqanûneke nû şert û merc niha gelek başin. Bi taybet pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin zemîn û atmosfera wê afirandiye. Divê ev baş bê nirxandn. Divê makeqanûneke ku statu û nasnameya kurdan dide nasîn bêkirin.
Em bang l hemû saziyên civaka sivîl û gelê xwe dikin; Li dijî van sozên ku hatin dayîn û nehatin bicihanîn dengê xwe bilind bikin! Bi yek dengî qîr bikin ku em êdî nekarin bi makeqanûnek wisa bijîn.
DÊ BÊN MAHKUMKIRIN
Em kurd dibêjin ku ;divê makeqanûneke nû ya ku statuya siyasî û hiqûqî ya gelê me nas dike teqez hebe. Ger ku komîsyon bi rêbaza xebatê ya îro encamê nagire, bila bi formulên din bigihêjin encamê. Divê ev xebat nebe qurbana hesaban. Kesên van hesabên qirêj dike dê bên mahkumkirin.”