Rêxistinên Kerkûkê: Divê Hukûmet li dijî komkujiyan bêdeng nemîne

Rêxistinên Kerkûkê: Divê Hukûmet li dijî komkujiyan bêdeng nemîne

Li Kerkûkê li navenda duyemîn a YNK’ê partî û rêxistinên siyasî yên Kurd civînek li dar xistin û di civînê de daxwaz ji Hukûmeta Herêmê hate kirin ku li hemberî rewşa li Rojavayê Kurdistanê bêdeng nemîne.

Îro saet 10:00‘an nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdên li Kerkûkê, bi mebesta şermezarkirina komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê civînek li dar xistin. Beşdarên civînê dilsozî û piştgiriya xwe ya bi Rojavayê Kurdistanê re anîn ziman.

Di civînê de nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên bajarê Kerkûkê daxwaz ji oldarên bajarê Kerkûkê kirin û gotin “Hemû mamostayên olî bila fikir û pêşniyarên xwe li ciwanên Kerkûkê bikin da ku, ji bo neçin beşdarî şerê li Sûriyeyê nebin, bi taybetî jî bila beşdarî komên çete yên ku komkujiyan li hember gelê Kurd didin meşandin nebin.”

Nûnerên partî û rêxistinan li ser rewşa dawî ya li Rojavayê Kurdistanê  û bêdengiya hukûmeta Başûrê Kurdistanê jî rexne kirin û gotin: “Em ji her sê serokên Herêma Kurdistanê dikin (Serokê Herêmê, Serokê parlemanê û Serokê hukûmetê)  da ku li beramberî komkujiya li Rojavayê Kurdistanê heye bêdeng nemînin û piştgiriyê ji doza rewa ya gelê Kurd û Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re bikin. Bila hemû hewl û derfetên xwe deynin holê, bila hem di aliyê maddî hem jî di aliyê manewî de alikariyê bidin û bila di demek nêzîk de deriyê sînor ê Sêmalka vekin.”