Rêxistinên girseyî yên demokratîk: Tecrîda li Îmraliyê sûcê li dijî mirovahiyê ye
Rêxistinên girseyî yên demokratîk diyar kirin ku tecrîda li Îmraliyê sûcê li dijî mirovahiyê ye û xwestin, daxwazên berxwedêrên zindanan tavilê bi cih bên anîn.
Rêxistinên girseyî yên demokratîk diyar kirin ku tecrîda li Îmraliyê sûcê li dijî mirovahiyê ye û xwestin, daxwazên berxwedêrên zindanan tavilê bi cih bên anîn.
Rêxistinên demokratîk ên li Enqereyê, têkildarî greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, civîneke çepameniyê li dar xistin.
Civîna çapemeniyê li rêxistina HDP'ê ya Enqereyê hate dayin û pankarta bi nivîsa "Aştî li dijî şer, azadî li dijî tecrîdê" hate hildan.
Nûnerên rêxistinên Alinterî, Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD), Partiya Şoreşger, Partiya Sosyalîst a Bindestan, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partîzan, Federasyona Meclîsan a Sosyalîst (SMF), Partiya Rizgariyê ya Jinûve Sosyalîst (SYKP), Kaldiraç tevlî bûn.
Hevseroka HDP'ê ya Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû bi bîr xist ku daxwaza girtiyan jiholêrakirina tecrîdê ye ku li dijî hiquqa neteweyî û navneteweyî ye û destnîşan kir ku daxwaza girtiyan daxwaza civaka demokratîk e.
Di daxuyaniyê de bang li desthilatdariyê hate kirin ku tecrîdê ji holê rake ku sûcê li dijî mirovahiyê ye û ji raya giştî ya demokratîk jî hate xwestin ku guh bidin daxwazên girtiyan û bi berpirsyarî tevbigere.