Rêxistinên Elewiyan: Tecawizkar berdan, cana me qetil kirin
Rêxistinên Elewiyan Ebrû Tîmtîk bi bîr anîn û diyar kir, "Em di dema Yasi Kerbela de ne. Em di serdema vê demê ya Kerbela de ne."
Rêxistinên Elewiyan Ebrû Tîmtîk bi bîr anîn û diyar kir, "Em di dema Yasi Kerbela de ne. Em di serdema vê demê ya Kerbela de ne."
Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD), Komeleya Dersimiyan a Enqereyê, Komeleyên Gundên Gurun Yûva û Kulahli, Komeleya Varto ya Enqereyê, Komeleya Depiyan a Enqereyê, têkildarî Ebrû Tîmtîk a di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da û Aytaç Unsal ê di rojiya mirinê de ye civîna çapemeniyê li dar xistin.
'TECAWIZKAR BERDAN, EBRÛ QETIL KIRIN'
Hevserokê Şaxê DAD'ê Mûstafa Karabûdak got, "Em di dema Yasi Kerbela de ne. Em di serdema vê demê ya Kerbela de ne. Lewma her cihê ku zilma zalim lê heye ji bo me Kerbela ye." Karabûdak got, "Dewletê tecawizkar piştî 7 rojan berda, lê cana me Ebrû qetil kir."
Hevseroka HDP'ê ya Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû jî got, "Êdî ne dema gotinê ye. Em naxwazin mirovek bimire."