Rêxistinên Elewiyan Seyît Riza û hevalên wî bibîr anîn
Rêxistinên Elewiyan Seyît Riza û hevalên wî bibîr anîn
Rêxistinên Elewiyan Seyît Riza û hevalên wî bibîr anîn
Rêxistinên Elewiyan, Seyîd Riza û hevalên wî di 77. salvegera qetilkirina wan de bibîr anîn.
Bi wesîleya 77. Salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî Cemiyeta ji nû ve avakirina Dêrsim, Komeleya Dijî Qirkirinê ya Dêrsim û Federasyona Elewiyan a Demokratîk daxuyanî dan.
FEDA: DIVÊ CIHÊ GORAN BÊ DIYARKIRIN
Federasyona Elewiyan a Demokratîk FEDA, bang li Tirkiyeyê kir da ku bi komkujiyan re rû bi rû were û got, "Em Seyît Riza yê navê rêberê berxwedana Dêrsimê ye û hevalên wî di 77. salvegera darvekirina wan de bi rêz û hurmet bibîr tînın.” FEDA, anî ziman ku tevî 77 sal li ser derbas bûye jî gorên Seyît Riza û hevalên wî ne diyar in.”
FEDA got ku wê hesabpirsîna ji qatilan dewam bikin û got, “Em wek Federasyona Elewiyan a Demokratîk Pîrê me Seyîd Riza û rêhevalên wî 15-16’ê Mijdarê ku salvegera darvekirina wan e, em ê li gelek bajarên Ewropa bibîr bînin. Em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku tevlî bîranînan bibin.”
EM ŞERMEZAR DIKIN
Cemiyeta Jinûve Avabûna Dêrsimê û Komaleya Dijî Komkujiya Dêrsimê di salvegera 77'emîn darvekirina Seyît Riza û hevalên wî de bang li dewletê kirin ku bi komkujiyan re rû bi rû werin.
Cemiyeta Jinûve Avabûna Dêrsîmê û Komaleya Dijî Komkujiya Dêrsimê di têkildarî 77 emîn darvekirina Seyît Riza û hevalên wî ku di komkujiya Dêrsimê ya sala 1938 an de qewimî daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de komkujiya Dêrsimê û darvekirina Seyît Riza û hevalên wî şermezar kirin û gotin ku komkujiya Dêrsimê ya sala 1938'an sûcê mirovahiyê ye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komkujiya Dêrsimê pirsgirêka hemû dewlet û parlamenterên ku Hevpeymana Neteweyên Yekbûyî îmze kiriye. Hate ziman ku sûcên ku dewletê kirine di heman demê de sûcên dewletên ku dewr girtine jî.
Di daxuyaniyê de bangawaziya ji bo ku li Tirkiyeyê û li Kurdistanê careke din komkujiyên wek Dêrsim, Sêwas, Mereş, Roboskî û Gazî yê neyên jiyîn divê Tirkiye ji Dêrsimiyan û hemû Kurdên ku ji komkujiyê re rû bi rû mane lêborîna xwe bixwaze û sûcê xwe qebûl bike hate kirin û wiha domandin: "Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ê ku got ez lêborîna xwe ji gelê Dêrsimê dixwazim divê pêdiviyên lêborînê bicih bîne. Divê hesabê ciwanên ku li Roboskiyê û Gaziyê hatin qetilkirin bide. Ji bo ku careke din komkujiyên wek Dêrsim, Şengal, Helepçe û Enfalan neyên jiyîn divê cihê gora Seyît Riza û 6 hevalên wî bên aşkerakirin."
Di daxuyaniyê de daxwaza bila dewlet komkujiyên bi salane di Kurdistanê de tên kirin rû bi rû werin hate kirin.