Rêxistinên Elewî tundiya dewletê şermezar kirin

Rêxistinên Elewî tundiya polîs û nobedaran protesto kirin, diyar kirin li Tirkiyê kaosek heye û 'aştiya civakî' di talokeyê de ye.

Rêxistinên Elewî Konfederasyona Yekîtiyên Elewî yên Ewropa, Federasyona Bektaşîya Elewî, Federasyona Komeleyên Elewî, Weqfa Çanda Anatoliyê ya Hacî Bektaş Velî, Komeleyên Çandê yên Pîr Sultan Abdal, Komeleyên Elewî yên Demokratîk derbarê tundiya polîsan û nobedaran a ku zêde bûyî daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin li dadgehan bi hezaran dosyayên dozan hene, bi qasî vê dewletê jî li welatiyan vekiriye û hata diyarkirin, ''di vê rewşa kaosê de dîtina edaletê, xwegihandina wê û fikira li ser çareseriya adîl pêkan xuya nake. Rêveberiya adîl a bi aştî û xwîşk û biratî şert e.''

Di daxuyaniyê de hate gotin baweriya bi hiqûqê kêm bûye, biryarên darazê talokeyê li ser aştiya civakî çêdike. Her wiha hate gotin, ''Parêzvanên mafê mirovan ên li derve ne çavtirsandî dikin an jî bi gotina 'terorîst' zextê li ser wan dikin.''

Di daxuyaniyê de hate gotin daraz bûye siyasî, rojiya mirinê ya parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaş Unsal hate bibîrxistin û hate gotin, daxwazên parêzeran di nav dewleta hiqûqê de dikarin werin bicihanîn, bang li Daraza Bilind a Tirk û Wezareta Dadê ya Tir kirin ku demildest dawî li bêdadiyê bînin.

Herî dawî hate gotin ew ê tim li gel mezlûman bin.