Rêxistinên Ciwanan yên Berlînê ji bo yekitiya hêz tên cem hev

Rêxistinên Ciwanan yên Berlînê ji bo yekitiya hêz tên cem hev

Rêxstinên ciwanan yên Kurdistanî û Tirkiyeyê di platformeke hevpar de tên cem hev. Yekitiya Hêza Demokratîk u ya saziyên penaberan yên kurd, tirk, asurî û ermenî avakirine, ji rêxistinên ciwanan re bû mînak û yekemîn civîna xwe di 8’ê îlonê de roja yekşemê pêk tînin.

Nûnerên rêxistinên ciwanên Kurd, Tirk, Elewî û Êzîdî, li bajarê Koln a Almanyayê dê bên cem hev û yekitiya hêza hepvar nîqaş bikin. Civîna ku dê roja yekşemê pêk were, ev sazî dê tevli dibibn: Tevgera Ciwanan a Demokratîk ya Ewropayê (ADGH), Ciwanên Demokratîk ya Nû(YDG) Yekitiya Ciwanên Kurdistanê (YXK), Young Struggle- MLKP, DÎDF-CIWAN,  Ciwanên Konfederasyona Komeleyên Ewropayê (BDAJ) û rêxistina Ciwanên Êzdî dê tevli bibin.

Tevgera ciwanan ev nêzî salekê ye xebatên amadekariyê dimeşînin û ev fikra avakirina platformeke hepvar jî ji Yekitiya Hêza Demokratîk ya ku saziyên penaberan yên kurd û tirk ku hatin cem hev û avakirin, mînak hat girtin. Bi lez û bezkirina xebatên mecldia Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê re, rêxistinên ciwanan jî hatin cem hev û roja xwe diyar kirin.

CIWAN DI BIN TAHAKUMA TEVGERAN DE NE

Berdevkê YXK’ê yê Ewropayê Huseyîn Erddal der barê amadekariya platforma ciwanan de ji ANF’ê re axivî û got: “Ev demek dirêj bû me amadekariya platfromekê dikir.  Lê bi avabûna Yekitiya Hêza Demokratîk û Konferansa Aştî û Çareseriyê re hewldanên me bê encam ma. Lê hê jî zehmetiyên mezin hene. Bi taybet jî tahakuma tevgerên giştî ya li ser ciwanên wan û nêzîkariyên wan yên bi sînor, zorê li ciwanan dike û nikarin bibi yek.

Niha em rêxistinên ciwanan yên kurd û tirk tevli xebatên platforma hevpar dikin û piştî demekê em dê Tamîlan, Latîn Amerîka, ciwanên demokratîk yên Afrîka û Ewropayê jî emê tevli bikin. Ligel ku ciwanên kurd û tirkiyeyê li eniyekê xwe bi rêxistin kirine jî kêmasiyên cidî hene.”

Erdal wiha pê de çû: “Divê kurd, tirk, elewî, laz, asurî-suryanî, karker, xwendekar, jin û hemû aliyên ciwan yên civakê bên cem hev û peywireke girîng li pêş wan e. Ev ciwan li hemberî ferzkirinên pergala Ewropayê divê hişyar bin û hestiyar tevbigerin. Bi vî awayî dê ne tenê bo ciwanên Rojhilata Navîn, dê bo hemû ciwanên gelên dîasporeyê bibin mînak.”