Rêxistinên ciwanan ji bo Sûrûcê zincîra edaletê çêkirin

Rêxistinên ciwanan di salvegera 5’emîn a Qetlîama Sûrûcê de bi şîara ‘Edalet ji bo Sûrûcê, ji bo hemû kesan edalet’ li Kadikoyê zincîra edaletê çêkirin.

Rêxistinên ciwanan di salvegera 5’emîn a Qetlîama Sûrûcê de, ligel ku polîsan zext kirin jî bi şîara ‘Edalet ji bo Sûrûcê, ji bo hemû kesan edalet’ li Kadikoyê zincîra edaletê çêkirin.

Parlementera HDP’ê Dilşat Canbaz Kaya jî tevlî  çalakiyê bû. Polîsan şewba koronayê kir hincet û nehişt zincîra mirovan were çêkirin.

Li qadê 33 kesên di qetlîama Sûrûcê de ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê hatibûn qetilkirin, bi şanoyê hatin bibîranîn. Piştî pêşandana şanoyê Hevseroka SDGF’ê Alev Ozkîraz diyar kir ku wê dev ji edaleta ji bo Sûrûcê bernedin û ji bo bibîranîna giştî û meşa di 20’ê Tîrmehê de bang kir.