Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê Kongreya xwe li dar xist
Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê 1. Kongreya xwe ya Awarte li dar xist. Ji bo Hevserokatiya Rêxistina Bajêr Bîrsen Kaya Altinors û Îbrahîm Bînîcî hatin hilbijartin.

Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê 1. Kongreya xwe ya Awarte li dar xist. Ji bo Hevseroktiya Rêxistina Bajêr Bîrsen Kaya Altinors û Îbrahîm Bînîcî hatin hilbijartin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê 1. Kongreya xwe ya Awarte li dar xist.
ESP, KCD, Halkevlerî, PSAKD, ÎHD û SYKP'e jî di nav de nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên gel ên demokratîk tevlî Kongreya ku li Hotela Neva Palasê bûn.
Piştî hilbijartina dîwanê, Hevseroka berê ya Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê Semra Demîr pêşketinên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê bi bîr xist.
Demîr got ku wê di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de jî bi ser bikevin û wiha axivî: “Ev hêza di dest me de ye. Heta ku Tirk, Kurd, Ermen, Ereb, Çerkez, Suryan, Elewî bibin xwediyê rastî yê dewletê, bibin ferdekî bi rûmet ê civakê em ji pîvanên xwe ti tawîzan nadin û em ê têkoşîna xwe bidomînin.
Parlamenterê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder destnîşan kir ku li pişt wan bi mîlyonan kes hene û got: “Kesên ku mil dane vê têkoşînê çiqas serfîraz in.”
Onder bal kişand ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê pêk tîne û got ku cenazeyên leşker û polîsan dikin hincet û êrîşên nîjadperest li hemberî HDP’ê pêk tînin. Onder wiha dewam kir: “Duh em dikuştin, îro jî dikarin. Lê, her hûn li me didin, em mezintir dibin. Her hûn li me bidin jî em ê mezintir bibin.”
Hilbijartinên bi lîsteyekê pêk hat ji bo Hevseroktiya Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Enqereyê Bîrsen Kaya Altinors û Îbrahîm Bînîcî hatin hilbijartin.