Rêxistina Efûyê: Ji bo Licê bila lêpirsîn destpê bike
Rêxistina Efûyê: Ji bo Licê bila lêpirsîn destpê bike
Rêxistina Efûyê: Ji bo Licê bila lêpirsîn destpê bike
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî der barê bûyera Licê ya ku leşkeran êrîşî girseya ku çêkirina qereqolan protesto dikir û di encam de ciwanê Kurd Medenî Yildirim hat qetilkirin û 10 kes jî birîndar bûn daxwaza destpêkirina lêpirsînê kir.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî da xuyakirin ku têkildarî bûyera di 28’ê Hezîranê li gundê Xêzan ê Licê ku di protestokirina çêkirina qereqolê de leşkeran gulle barandin ser girseyê û di encama wê de Medenî Yildirim ê 18 salî jiyana xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn de pêwîst e tavilê lêpirsîneke serbixwe û bi bandor were destpêkirin. Di daxuyaniya nivîskî ya Rêxistina Efûyê de wiha hat gotin, “Rayedar ku dibêjin rayedarên cendermeyan gulle berdane hewayê, şahidên bûyerê jî dibêjin ku rayedaran rasterast gulle berdane ser çalakgeran.”
Rêxistina efûyê di daxuyaniya xwe de ku bal kişand ser xala li gorî standartên huqûqa navneteweyî bikaranûna çekan, ji rayedaran xwest li gorî van standartan divê li Licê bikaranîna hêzê ya rayedarên leşkerî were lêpirsîn û rayedarê hatibe tespîtkirin ku hêza zêde bi kar aniye derxin pêşberî dadgehê.