Rêxistina Efûyê: Em ji êrîşên li Rojava bi fikarin

Rêxistina Efûyê: Em ji êrîşên li Rojava bi fikarin

Dîrektorê Şaxa Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Murat Çekîç der barê êrîşên li hemberî kurdan yên li Rojava daxuyaniyek da û ew ji ber êrîşên komên çekdar yên muxalîf ku êrîşê kurdên sivîl yên Rojava dikin û înfaza bê daraz dikin, me dike nava fikarên mezin.

Dîrektorê Şaxa Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Murat Çekîç, der barê  êrîşên komên çekdar yên girêdayê el Qaîdeyê yên li hemberî kurdan de daxuyaniyek da û diyar kirin ku ew ji nûçeyên ji Rojava tên bifikarin. Çekîç wiha pê de çûn: “Em wek Rêxistina Efûyê ya Navnetewî ji pêkanînên komên çeteyên çekdar yên wek dîl girtina sivîlan, qetilkirin, înfaz û êrîşên li hemberî kurdan bifikarin. Rêxistiya Efûyê ya Navnetewî di warê hiqûqa navnetewî de  di warê binpêkirina mafan de lêkolîn û lêpirsînên xwe didomînin. Her wiha em wek rêxistin ji parastina sivîlan berpirsyarin.”