Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Rêxistina Efûyê: Divê nûçegihanên Behdînanê werin berdan

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî name ji Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê re şand, xwest ku nûçegihanên Behdînanî yên girtî werin berdan.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty İnternational) derbarê girtina rojnamegerên Behdînanê de, nameyek ji bo nûnerê Ofîsa Bersivdayîna Raporên Navneteweyî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî re şand. Rêxistinê xwest di demek zû de rojnamgerên hatine girtin werin berdan.

Di 16’ê Sibatê de Dadgeha Ceza ya Hewlêrê ji bo her yek Şêrwan Şêrwanî, Umêd Seîd, Guhdar Zêbarî, Eyaz Kerem û Harîwan Îsa 6 sal cezayê girtîgehê birî. Ev biryara li Herêma Kurdistanê û derve bû sedema bertekan û hîn bertek didomin. Herwiha hîn nêzî 50 kesên din ên ji aliyê PDK’ê ve hatine binçavkirin, di girtîgehê dene.

Rêxistinê di nameya xwe de dadgehkirina rojnamegeran weke dadgehekirinek ne bi edalet bi navkir û got; “Niha 5 rojnameger ketine greva birçîbûnê, ji ber ku li benda biryara dawîne. Tê payîn rojnameger heya 16’ê Adarê greva xwe ya birçîbûnê dewam bikin. Divê kesên hatine girtin bê şert werin azadkirin. Kesên hatine girtin, di cihek qerebalex de têne ragirtin û cihek nînin ku lê xew bikin. Di nava 100 girtiyên din de dimînin, metirsiya nexweşiya vîrûsa Koronayê li ser wan heye.”

Di dewama nameya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty İnternational) ya ji bo Dîndar Zêbarî de ev tişt hatin gotin; “Endamên asayîşê bi cil û bergên sivîl, Şêrwan Şêrwanî di 7’ê Cotmeha 2020’an de li bajarê Hewlêr destgîr kiribûn. Her 4 rojnamgerên din jî di 22’ê Cotmeha 2020’an de li bajarê Dihokê bi hêceta tevlî xwepêşandanê bûne, hatin destgîrkirin.

Hinek ji vane piştî girtinê, demek dirêj nekarîn parêzer û malbatên xwe bibînin. Her wiha kesên hatine girtin di dema binçavkirinê de ragihandin, wana di dema dadgehkirinê de bi neçarî îmze danîne binê sucên ku ji bo wan hatine amadekirin.

Hêzên asayîşê bi ser mal û cihê kar yê rojnameger û çalakvanên girtî de girtine û ew bi darê zorê destgîr kirine. Dest û çavê Guhdar Zêbarî digrin û bê ku belgeyek dadgehê hebe, destgîrkirin. Dadgehê biyara desteserkirina telefon, kompîtir û kamerayên wan kesan jî daye.

Dadgeh bi vê tenê re nemaye, fermana binçavkirina rojnameger Eyhan Sedîd ê birayê Şivan Seîd, Difa Herkî û Faîd Husên jî derxistiye.”