Rêxistina Efûyê der heqê mirinên li Derya Spî bang li YE kir
Rêxistina Efûyê der heqê mirinên li Derya Spî bang li YE kir
Rêxistina Efûyê der heqê mirinên li Derya Spî bang li YE kir
Hejmara penaberên ku hewl didan derbasî Ewropayê bibin û li Derya Spî jiyana xwe ji dest dane 3 hezar derbas kir. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AI) bang kir ku divê ev mirin bên sekinandin û daxwaz kir ku Yekitiya Ewropayê jî lezgînî bide xebatên xwe yên rizgariyê.
Sekretera Giştî ya Rêxistina Efûyê yê Elmanyayê Şermîn Çalişkan daxuyanî xwend û diyar kir ku hejmara penaberên ku îsal li Derya Spî jiyana xwe ji dest dane 3 hezar derbas kiriye. Rêxistinê di daxuyaniyê de diyar kir ku divê yekitiya Ewropayê di xebatên lêgerînê de zêdetir berpirsyariyê bigirin û hat gotin ku ger YE dixwaze li nirxên xwe, mafê mirovan xwedî derkeve divê tehemulê van mirinan neke.
Sala borî di meha Cotmehê de ji bo xilaskirina penberên Derya Spî ya Îtalyayê operasyoan Mare Nostrum hate destpêkirin û divê ev ji aliyê YE’yê ve piştgiriyê bibîne û got ev operasyona rizgariyê hemû Ewropayê eleqeder dike.
Hat gotin ku operasyonên Mare Nosturm ji ber ku YE piştgiriya aborî nadê di meha cotmehê de dê bê dawîkirin û li şûna wê ekîbên rizgariyê ya kapasîteya wan gelek biçûke a Frontex a Polîsê parastina Sînro a Ewropayê bigire. Nûnerên Rêxistina Efûyê yê Ewropa û Rojhilata Navîn John Dalhuîsen jî got divê dewletên YE’yê demildest botên xwên lêgerînê bike dewrê.
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) roja duşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji serê salê heta niha 3 hezar penaber li Akdenîzê jiyana xwe ji dest dane û her wiha got ku mirinên herî zêde jî di sala 2011’an de pêk hatibû.