Rêxistina Efûyê: Di êrîşên Bexdayê de 20 kes hatine kuştin

Amnesty International di raporek ya li ser encamên êrîşên çekdarên ne naskirî ya li Bexdayê da diyarkirin ku 20 kes hatine kuştin û 130 kes jî birîndar bûne.

Rêxistina Efûya giştî ya Navneteweyî (Amnesty International) derbarê êrîşên li bajarê Bexdayê ya şeva Înê ya derbasbûyî ku li dijî xwepêşanderan hatibû kirin, raporek belav kir û da zanîn ku yek ji êrîşên giran bûye.

Amnesty ragihand ku agahiyên li ser êrîşên roja Înê bi piştrastkirina gotinên şahidên bûyerê komkirin e û bal kişande ser vê ku di wan êrîşên ku ji aliyê çekdarên ne nas ve hatibû kirin, herî kêm 20 kes hatine kUştin û zêdetirî 130 kes jî birîndar bûne.

Rêveberê lêkolîna Rojhilata Navîn ya Amnesty’yê Lîn Mealûf  ragihand: “Êrîşên şeva Înê ya derbas bûyî, di berdewam kirina operasyonên tirsandin, terorîzm û şideta li dijî xwepêşanderan de yek ji kiryarên herî bi xwîn bûye.”