Rêxistina Efû yê nerazîbûn nîşanî ‘girtinê’ da

Rêxistina Efû yê ya Navneteweyî ji ber girtina parêzvanên mafên mirovan nerazîbûneke tund nîşanî Tirkiyeyê da. Dîrektorê rêxistinê Dalhûîsen got: “Tirkiye asta beloqiyê bilindtir dike.”

Dîrektorê Ewropayê yê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî John Dalhûîsen têkildarî parêzvanên mafên mirovan ên ku bi talîmata AKP’ê hatine girtin, îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Dalhûîsen got: “Bi vê gava xedar a ku parêzvanên mafên mirovan tên girtin Tirkiye bûye welatekî ku dûrî dewleta hiqûqê ye.”

Dalhûîsen diyar kir ku parêzvana mafên mirovan Nalan Erkem duh li Stenbolê û Îlknûr Ustun jî li Enqereyê hatine binçavkirin û got: “Ji dêvila ku vê lêpirsîna bêbingeh bi dawî bikin, rayedarên Tirkiyeyê asta beloqiyê bilindtir dikin. Wê ev 4 parêzvanên mafên mirovan, fenanî 6 parêzvanên din, sewqî girtîgehê bikin.”

YÊN KU TÊKILDARÎ WAN BIRYARA GIRTINÊ HATIYE DAYÎN

Parêzvanên mafên mirovan ên ku têkildarî wan biryara girtinê hatiye dayîn ev in: Îlknûr Ustun (Koalîsyona Jinan), Şeyhmûs Ozbeklî (Înîsîyatîfa Hakê), Nejat Taştan (Komeleya Çavdêriyê ya ji bo Mafên Wekhev) û Nalan Erkem (Komeleya Hemwelatiyan).