Rêxistina Efoyê: Serokwezîr Erdogan ji bûyerên tundiyê berpirse

Rêxistina Efoyê: Serokwezîr Erdogan ji bûyerên tundiyê berpirse

Têkildarî bûyerên li Taksîmê rûdan Lêkolînerê Tirkiyeyê yê Rêxistina Navnetewî ya Efoyê Andrew Gardner daxuyaniyek da û balkişande ser daxuyaniyên Waliyê Stenbolê û diyarkir ku, daxuyaniyên Walî hev nagirin. Gardner diyarkir ku, “Serokwezîr Erdogan ji bûyerên ku piştî gotinên wî rûdan berpirsyare.”

Piştî êrîşên polîsan yên li Taksîmê bidirêjahiya rojê dom kirin, Lêkolînerê Tirkiyeyê yê Rêxistina Navnetewî ya Efoyê Andrew Gardner daxuyaniyek da. Gardner di daxuyaniya xwe de balkişande ser daxuyaniya Waliyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mûtlû û got, daxuyaniyên Mûtlû hev nagirin. Gardner da diyarkirin ku, çalakiyên li Taksîm û Parka Gezî aştiyane ne û mafê berdewam kirina çalakiyan heye. Gardner got: “Mudaxeleyên ku ji aliyê rayedaran ve têne kirin tenê dikarin li ser sedemên rewa bikin. Tenê ji bo çend alan, sedemekî mafdar nîne. Dema ku me hevdîtin bi Walî re kir, di mijara mudaxeleya polîsan de israr kir ku, polîsan di amacek rewa de hêz bikaraniye. Ev îdia bi çi awayî rastiyê nîşan nadin.”

Gardner destnîşan kir ku, heya niha rayedarên Tirkiyeyê di mijara lêpirsîna binpêkirina mafan de serneketiye. Gardner got; “Serokwezîr fermanekî şexsî da û hewil da dawî li protestoyan bîne. Azadiya kombûnê bivî awayî pêknayê.” Gardner diyarkir ku, “Serokwezîr Erdogan ji bûyerên ku piştî gotinên wî rûdane berpirsyare. Pêwîste rêzê li protestoyên aştiyane bigire û civaka navnetewî ji bo zêdetir xwîna bêwate nerije daxwaz ji Serokwezîr bike ku rêbazek din bikar bîne.”