Rêxistin û siyasetmedarên Swîsreyî: Li dijî ditatoriyê divê piştgiriya bi Kurdan re mezin bikîn
Siyasetmedar û rêxistinên Swîsreyî, li dijî diktatoriya Erdogan meşiyan, banga mezinkirina piştgiriya nevneteweyî ya bi Kurdan re kirin.
Siyasetmedar û rêxistinên Swîsreyî, li dijî diktatoriya Erdogan meşiyan, banga mezinkirina piştgiriya nevneteweyî ya bi Kurdan re kirin.
Di çalakiyê de ji nivîskar û siyasetmedarên herî pêş ên Ewropayê û yek ji endamên Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a NY’ê Jean Zîegler axivî û bang li gelên cîhanê kir ku piştgiriyê bi Kurdan re mezin bikin û got: “Bijî Têkoşîna Aazadiya Gelê Kurd, Bijî Gelê Kurd, Bijî Piştgirî.”
Bi boneya 10’ê Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan a Cîhanê siwîsreyî di pêşengtiya Partiya Sosyalîst a Swîsreyê, Keskan, Solîtarîte, Marcehe Mondîale des Femmees Sûîsse, Maîson Popûlaîre de Geneve, Navenda Mafê Mirovan a Kurd a Cinêvê kom bûn, diktatoriya Erdogan protesto kirin, bi armanca piştgiriya bi gelê Kurd û beşên demokratîk re meş û mitîng li dar xistin.
Li gel Swîsreyîyan ji nivîskar û siyasetmedarên herî pêş ên Ewropayê û endamê Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a NY’yê û di heman demê de ji pêşengê Şoreşa Kubayê hevalê herî nêzîk ê CHE Gûevara Jean Zîegler, ji parlementerên Fedaral a SP Carol Sommarûga, Lanûrence Fehlamnn Rîelle, Serokê Giştî yê berê yê Keskan Leûenberger, li ser navê Swîsre PEN Alîx Pardî, nûnerê Maeche Mondîeale des Femmes Swîsreyî Ranîenne Ebel, endamê Konsyea Şaredariya Cinêvê Remy Paganî, ji nûnerên Solîtarîteyê Jean Batoû beşdarî meş û mitîngê bûn û axifîn.
“Stop Erdoğan”, “HDP’li vekillerine özgürlük”, “Kürt halkıyla dayanışma büyütülmeli”, “Türkiye’ye karşı harekete geçilmeli” pankartları ve dövizleri arkasında Place Neuve’de düzenlenen mitingle başlayan eylemde İsviçreli siyasetçiler yaptıkları konuşmalarda Erdoğan ve AKP hükümetinin anti-demokratik politikalarına karşı harekete geçilmesi çağrısı yaptı.
Di çalakiyê de pankart û dowîzên bi nivîsên mîna “Stop Erdogan”, “Ji bo Wekîlên HDP’yî Azadî”, “Piştgiriya Bi Gelê Kurd Re Mezin Bikîn”, “Li Dijî Tirkiyeyê Bikevin Nava Tevgerê” li pêşiya Placa Neûveyê bi destpêkirina mîtîngekê ve destpê kir. Di axaftinên siyasetmedarên Swîsreyî de banga li dijî polîtîkayên antî-demokratîk ên hikûmeta Tirk û Erdogna bikevin nava tevgerê kir.
SOLÎDARÎTE: DIVÊ LI DIJÎ DIKTATORIYÊ PIŞTGIRIYA BI GELÊ KURD RE BÊ MEZINKIRIN
Di mîtîngê de li ser navê Solîtarîte ewilê Jean Batoû axivî diyar kir ku piştî hewl dana darbeya 15’ê Tîrmehê û şûn de Erdogan û hikûmeta AKP’ê li dijî muxalefeta demokratîk darbeya sivîl pêk anî û bûyerên li Tirkiyeyê tê kirin şiband diktatoriyê. Batoû bal kişand ser asta îxlalên mafên mirovan ên li Kurdistan û Tirkiyeê tên meşandin.
Batoû girtina hevserokên giştî yên HDP’ê û parlementeran jî nirxand û got: “Divê li dijî diktatoriya Erdogan, ji bo gelê Kurd û beşên demokratîk dakevin qadan. Li her derê cîhanê Kurd ji aliyê Erdogan vet ê îlegalîzekirin divê li her derê cîhanê piştgiriya bi gelê Kurd re bê mezin kirin.
MARCHE MONDÎALE DES FEMMEES SÛÎSSE: DIVÊ LI DIJÎ ERDOGAN JINÊN CÎHANÊ DAKEVIN QADAN
Piştî Batoû li ser navê Marceh Mandîeale des Femmees Swîsre yê Ranîanne Ebel jî axivî û Erdogan li Tirkiyeyê li dijî beşên demokratîk planên tasfiyekirinê pêk tîne dixwaze diktatoriyê ava bike. Ebel bal kişand ser zext û êrîşên li Tirkiyeyê bi taybet li ser jinên Kurd tên meşandin, weke tevgera jinan rê nadin siyaseta nîjatperestiya Erdogan. Ebel wiha anî ziman: “Bang li hem jinên cîhanê dikim ku li dijî Erdogan dakevin qadan. Eger ku em piştgiriyê mezin bikin wê diktatorî hilweşe.”
LEÛENBERGER: DIVÊ YE’YÊ Û SÎWSRE BIKEVE NAVA TEVGERÊ
Piştî Ebel Seroka Giştî ya Berê ya Keskan Ûele Leûenberger mafê axaftinê girt û bal kişand ser girîngiya 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê, li dijî diktatoriya Erdogan polîtîkayên Swîsre û Ewropayê bi zimanekî hişk rexne kir.
Leûenberger wiha got: “Mafê Mirovan ên Gerdûnî li gorî welatan nayêgûhertin, ev maf ji bo hemû mirovên li kû dera cîhanê dijîn derbaz dare. Dema ku ev maf hatin bin pê kirin divê bi lezgîn bikevin nava tevgerê, yên ku van mafan qebûl dikin hemû hêz berpirsin. Ji ber vê ez carekî din dubare dikim divê Swîsre û YE’yê li dijî diktatoriya Erdogan bi lezgîn bikeve nava tevgerê.
SOMMARÛGA: ERDOGAN HER CURE HIQÛQÊ TINE DIHESIBÎNE, DIVÊ PÊŞÎ LÊ BÊ GIRTIN
Piştî Leûengerger Parlementerê Ferderal ê SP’ê Carlo Sommarûga jî anî ziman girtina hevserokên giştî yên HDP’ê û parlementeran qet nayê qebûlkirin. Sammarûga destnîşan kir ku HDP’ê ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo siyaseta demokratîk a pêşeroja Tirkiyeyê xebatê dimeşîne. Sommarûga got: “Erdogan êdî hemû nirxên hiqûqê tine dihesibîne û bi ser hêzên demokratîk de diçe û terorê dimeşîne. Divê Konseya Federal a Swîsreyê û KE’yê li dijî Erdogan bi hewarî bikevin nava tevgerê.
PAGANÎ: DIVÊ PIŞTGIRIYÊ BIDÎN TÊKOŞÎNA AZADIYA GELÊ KURD
Endamê Konseya Şaredariya Cinêvê Remy Paganî jî behsa polîtîkayên antî-demokratîk ên li Tirkiyeyê tên meşandin kir. Paganî diyar kir ku divê piştgiriyê bidin têkoşîna azadiyê û sîstema xwerêveberiyê ya ku gelê Kurd dixwaze bide avkirin. Panganî destnîşan kir ku ditatoriya Erdogan nayê qebûlkirin û divê li dijî vê têkoşîn bê meşandin.
JEAN ZÎEGLER: LI DIJÎ DIKTATORIYÊ, BIJÎ TÊKOŞÎNA AZADIYA GELÊ KURD
Herî dawî jî ji nivîskar û siyasetmedarê herî pêş ên Ewropayê û endamê Konseya Bilind a Mafê Mirovan a NY’yê û hema demê de ji pêşengên Şoreşa Kuba û hevalê herî nêzîkî CHE Gûevara Jean Zîegler axivî. Zîegler anî ziman li dijî diktatoriya Erdogan têkoşîn kirin tê wateya parastina henû nirxên mirovatiyê.
Zîegler destnîşan kir ku di pêvajoya dîrokê de dixwazin gelê Kurd ji dika dîrokê tine bikin. Ji hemû demê bêhtir gelê Kurd hemû êrîşên li ser xwe têk bir û nêzî azadiyê ye. Zîegler, îro li dijî polîtîkayên diktatoriya Erdogan a li dijî gelê Kurd û hilbijartiyê Kurd dayî meşandin rawestin û ketina nava tevgerê tê wateya erkekî mirovatiyê yê herî rewa .
BI DIRÛŞMÊN QATIL ERDOGN VE MEŞIYAN
Piştî axaftinên hatin kirin û şûn de heta pêşiya avahiya navenda NY’yê meş hate lidarxistin. Di meşê de pankarta “Stop Erdogan” hate vekirin û dirûşmên “Qatil Erdogan”, “Bijî Piştgirî”, “Ji bo Wekîlên HDP’ê Azadî”,”Piştgiriya Navneteweyî Bi Gelê Kurd Re”hate qîrkirin.
DAXWAZ
Piştî meşa hate lidarxistin û şûn de li pêşiya avahiya NY’yê daxuyaniyek kurt hate dayîn. Rêxistinên Swîsreyî daxwazên xwe wiha rêz kirin.
Divê Konseya Federal a Swîsreyê, Konseya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Teşkîlata Ewlekariya Ewopa li dijî darbeya polîtîkayên Tirkiyeyê bertekên cidî û şênber nîşan bidin.
Divê hikûmeta Swîsreyê ji daxuyaniyan zêdetir li dijî kiryarên Tirkiyeyê bertekên zelal raber bike.
Divê Konseya Federal a Swîsreyê ji bo ku Parlementerên HDP’ê, rojnamevan, akademîsyen, rêveberên saziyên civaka sivîl û hevşaredarên ku bê hiqûqî ji aliyê dewleta Tirk ve hatine girtin, bên berdan divê zextê bike.
Divê Konseya Federal a Swîsreyê bi lezgîn daxwaz ji Tirkiyeyê bike ku zextên li ser rêxistinên feminist bi dawî bike.
Divê Rêxistina Xaca Sor a Swîsreyê û Konseya Ewropayê siyasetmedarên girtî ziyaret bike û mercên di nav de lêkolîn bike.
Divê Konseya Federal a Swîsreyê zextê li NY bike ku Tirkiye neçar bike, ji bo bi awayekî serbixwe lêkolînê li Bakurê Kurdistanê bide meşanin.
Divê Swîsre bi lezgîn têkiliyên xwe yên bi MÎT’ê re bi dawî bike. Ev demeke pir dirêje gerentiya mafê mirovan a li Tirkiyeyê nemaye û dixwazin pêşeroja gelê Kurd ne bi rêyên siyasî bi rêbazên leşkerî çareser bikin.
Divê Swîsre bazirganiya çekan a bi Tirkiyeyê re bi dawî bike û hilberîna kargehên çekan ên bi kargehên Tirkan re betal bike.
Siyasetmedar û rêxistinên Swîsreyî, li dijî diktatoriya Erdogan meşiyan, banga mezinkirina piştgiriya nevneteweyî ya bi Kurdan re kirin.