Rewşenbîrên Kurd û Tirk ên li Berlînê êrîşên li ser Efrînê protestokirin

Rewşenbîrên ji ber faşîzma AKP’ê ji Tirkiyeyê derketin, li Berlînê kom bûn û êrîşên li ser Efrînê protesto kirin.

Li paytexta Elmanya Berlînê rewşenbîrên Kurd û Tirk ên neçar bûne ku ji Tirkiyeyê derketin, ji ber êrîşên li ser Efrînê hatin ba hev.

LI Kreûzberg Aqûarînûn di saet 10:00’an de bi civîna çapemeniyê akademîsyen Nazan Ustungag, Zeynep Kivilcim, Derhênerê Şanoyê û Hevserokê HDK’yê Berlînê, Rezan Aksoy, Aktivîsta mafê mirovan û rojnamevan Hrant Karpasyan û Rêveberê HDK’ê yê Berlînê Erkîn Erdogan tevlî bûn.

HIŞYARIYA ‘DIBE SIBE DIRENG BE’!

Rewşenbîran bal kişand ser her cûre êrîşên li ser muxalîf, rojnamevaî hunermend û reweşenbîran, diyar kirin ku êrîşa li ser Efrînê derveyî mirovhiyê ye, ji derveyî hiqûqa navneteweyî ye û ne meşrû ye. Rewşenbîran gotin: “Şer herî zêde bandorê li jin, zarok û sivîlan dibe. Ji bo gelên cîhanê Erdogan bidin rawestandin divê her tiştî bikie. Dibe sibe pir direng bibe.”

NERAZÎBÛN NÎŞANÎ ELMANYA HATE DAYÎN

Rewşenbîran di civînê de helwesta Elman û rola wê ya di êrîşan de rexne kir û gotin: “Bê şik û guman raya giştî ya Elman li dijî şer e, çapemenî jî hêdî hêdî rastiyan vedibêje lê hikûmet daxuyaniyên cuda cuda dide. Nexasim hemû cihan dizane di êrîşa li ser Efrînê de tank û çekên Elmanya tên bikaranîn. Divê hikûmet li hemberî vê rewşa rezîl dengê xwe derxe û bikeve tevgerê.

BANGA ÇALAKIYÊ HATE KIRIN

Di civînê de ji bo çalakiya protestoyê ku sibe saet 15:00’an ku li Tîergartenê Str. li pêşiya Sefaretxaneya Tirk bê lidarxistin banga tevlîbûna xurt hate kirin.