Rewşenbîran ji dewletê re gotin: Destê xwe ji nava Elewîtiyê vekişîne
Rewşenbîren Elewî li dijî asîmîlasyona li Zanîngeha Tûncelî li dijî baweriya wan tê kirin, kampanya dan destpêkirin. Rewşenbîran ji dewletê xwestin, destê xwe ji nava Elewîtiyê, ku baweriyeke qedîm e, vekişîne.
ZEYNEP KÛRAY
STENBOL / ANF
în, 10 pûşperê 2016, 10:56
Rewşenbîren Elewî li dijî asîmîlasyona li Zanîngeha Tûncelî li dijî baweriya wan tê kirin, kampanya dan destpêkirin. Rewşenbîran ji dewletê xwestin, destê xwe ji nava Elewîtiyê, ku baweriyeke qedîm e, vekişîne.
Li dijî xebatên asîmîlasyonê yên beriya niha di bin sîwana Navenad Lêkolîna Elewîtiyê ya Zanîngeha Tûncelî de dihatin meşandin û niha wê di bin navê Enstîtuya Elewî-Bektaşî de werin meşandin, rewşenbîr, hunermend û siyasetmedar li hev civiyan.
Rewşenbîrên Elewî 143 îmze dan hev û dan zanîn, bi vê enstîtuya tê xwestin li navenda Elewîtiya Kurd Dersîmê were vekirin, hewl tê dayîn baweriya Elewîtiyê di nava senteza Tirk-Îslamê de were bicihkirin.
Ji bo destekkirina rewşenbîrên Elewî, kesayetên weke nivîskar Ayşegul Devecîoglû, Prof. Baskin Oran, rojnamevan Fehîm Işik, Îlahiyatnas-Nivîskar Îhsan Elîaçik jî îmzeya xwe danîn binê metna kampanyayê.
Rewşenbîran gotin, "Elewiyên ku heta niha ji bilî zextê ti xêr ji dewletê nedîtine, pêwîstiya wan bi estîtuyên dewletê yên bi vî rengî nîne. Em her şêweyê destwerdana li cih, şêwe, pênase, erdnîgarî, ilm û tebaya baweriyan, red dikin. Em ji dewletê dixwazin, destê xwe ji nava Elewîtiyê, ku yek ji baweriyên herî qedîm e, ji rêya Elewîtiyê vekişîne."