Rewşenbîran banga 'bi aqilane tevbigere' li AKP'ê kirin!

Nerazîbûnên li hemberî hikûmeta Tirk ên ji ber bidawîkirina agirbesta 3 salan, dewam dikin. Rêxistinên civakî yên sivîl û rewşenbîran banga 'bi aqilane tevbigere' li AKP'ê kirin.

Nerazîbûnên li hemberî hikûmeta Tirk ên ji ber bidawîkirina agirbesta 3 salan, dewam dikin. Rêxistinên civakî yên sivîl û rewşenbîran banga 'bi aqilane tevbigere' li AKP'ê kirin.

Rêveberê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) nivîskar Osman Akdag bal kişand ser êş û bi hezaran birînên di dilê dayikên Kurd de vebûne û destnîşan kir ku ji bilî berxwedanê ti şens heta niha ji Kurdan re nehatiye naskirin.

Akdag got, "Herî dawî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê tê ragirtin gto, ku divê êdî li vê xakê gel di nava aştî, wekhevî û edaletê de bijîn. Tê zanîn ku gelê Kurd jî ji gotina Rêberê xwe Ocalan gelekî bawer dike. Dewlet jî bi vê hesiya û ji bo vê rastiyê nebîne, ji nedîtî ve hat. Lê belê herî dawî neçar ma li Osloyê û hin hevdîtinên veşartî bike. Êdî dewlet neçar ma qebûl bike ku yekane hêza dikare vî şerî bisekinîne Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e."

Nivîskar Akdag bal kişand ser şerê topyekûn ê li hemberî gelê Kurd tê meşandin û destnîşan kir ku niha bi de hezaran zarokên Kurd bên qetilkirin jî çareserî pêk nayê. Akdag got, "Ji ber vê yekê divê bi Rêberê Gelê Kurd ê li Îmraliyê pêşnûmeya aştî û muzakereyê amade kir re hevdîtin bê kirin û welatekî ku her kes lê bi wekhevî dijîn û ziman û baweriya xwe bi awayekî azad dijîn, were avakirin. Armanca tevgera azadiyê û lîderê wê yê li Îmraliyê ku ev welat veguherandin baxçeyê gulan, ev e. Baş e, hûn çima deriyê Îmraliyê yê ku xwedî vê armancê ye, li aştiyê digirin? Em hêvîdar in ku dewlet wê demek ji ya din zûtir bi aqilane tevbigere, pêvajoya aştiyê bide destpêkirin û di navbera gelan de aştî mayînde bibe."

Nivîskar Yûsûf Baranbeyî jî da xuyakirin ku ji bo hatina aştiyê gelê Kurd ne destê xwe bedena xwe xistiye bin bar, lê tevî yekê jî di nava navê Kurdan tê temaşekirin û hînê Kurd sûcdar tên dîtin.

Baranbeyî bibîr xist ku Serokwezîrê hingî yê digot, 'Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd eger pêwîstî pê hebe ez ê jehrê vexwim', di encama pêvajoya çareseriyê ya 3 salan û têkçûna hilbijartinê de pirsgirêk tine hesiband û destnîşan kir ku ev yek nîşan dide ku çiqasî dûrî ji cidiyetê nêzî pêvajoyê bûye.

Baranbeyî da zanîn ku vê yekê careke din nîşanî wan daye ku di hevdîtinên çareseriyê de pêwîstî bi aliyekî sêyemîn a jî îmzekirina belgeyên li ser axaftin-nîqaşên hatine kirin, heye. 

Baranbeyî got, "Dema mirov li çîroka rêveçûna pêvajoyê temaşe bikin, tê dîtin ku hemû gavên ji aliyê hikûmetê ve hatine avêtin ji bo mijûlkirinê, garantîkirina desthilatdariya xwe û ewlekirina pêşeroja xwe ya siyasî ne. Bi saya aktorên siyasî yên Kurd û şoreşger û rewşenbîrên xwedî wijdan ên welêt, pêvajoyê heta roja îro dewam kiriye. Diyar e desthilatdariya AKP'ê ji bo pêşeroja xwe ya siyasî, pêvajoya aştiyê ji bo xwe weke hêza rizgarkirinê bi kar aniye. Lê belê ji ber ku AKP niha nikare xwe ji vê hêzê xwedî bike, bi hêrs dibe û êrîş dike."