Rewşenbîr, nivîskar û helbestvanan ji bo Guven bang kirin

Ji bo dengê Leyla Guven were bihîstin, rewşenbîr, nivîskar û helbestvan li Enqereyê li hev civiyan.

Di roja 58'an a greva birçîbûnê ya Leyla Guven de, li salona civînê ya Rêxistina HDP'ê ya Çankayayê daxuyaniyek hate dayin.

Pankarta bi nivîsa "Bibin dengê Leyla Guven, bila kes nemire" li salonê hate daliqandin. Gelek rewşenbÎr, nivîskar û helbestvan ji bo piştgiriyê bidin Leyla Guven li hev civiyan.

Serokê HDP'ê yê Enqereyê Huseyîn Gevherî destpêkê axivî û sersalî ji Leyla Guven re xwest ku dayika wê Cevriye Guven çû ser dilovaniya xwe. Gevherî got, "Em ê bibin dengê ji girtîgehan bilind dibe û berxwedan wê teqez bi ser bikeve."

Gevherî diyar kir, daxwaza Guven a ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxwazeke însanî û exlaqî ye û nabe ku Wezareta Edaletê bi vî rengî bi xemsarî tevbigere.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Tevî rewşenbîr, hunermend, zanyar û nûnerên saziyên demokratîk ên hêja yên li Enqereyê, em ji vê derê dibin dengê Leyla Guven."

Nivîskar Fîkret Başkaya jî got, "Ya ku tê destnîşankirin, daxwazeke mafdar û masûm e. Nabe ku em li pêşberî rewşeke wiha bêdeng bin. Bang li her kesî dikim ku di vê mijarê de bi berpirsyarî rabin."

Mehmet Ozer jî diyar kir, tecrîd êrîşa li dijî rûmet û mafên mirovan e û got, "Rabûna li ber tecrîdê, helwesteke însanî û hebûnî ye. Em destekê didin daxwaza hevala xwe ya Leyla."

Fîkret Aslan jî bi navê Partiya Kedê axivî û got, gelekî girîng e ku banga Leyla Guven were bihîstin.

Hevserokê ÎHD'ê yê Enqereyê Fatîh Kanat herî dawî axivî û got, "Tecrîd ne qanûnî ye. Li peymanên ku bi xwe jî mohra xwe daniye binî, nayê."

Kanat got, "Rêya çareseriya pirsgirêka Kurd di daxwazên Leyla Guven de tê dîtin. Ji bo kesek nemire, divê tavilê ev pirsgirêk were çareserkirin."