Rewşa xwendekarê birîndar bû krîtîk e
Rewşa xwendekarê birîndar bû krîtîk e
Rewşa xwendekarê birîndar bû krîtîk e
Li Tarlabaşi ya Stenbolê, xwendekar Mûstafa Alî Tombûl ê 17 salî ku bombeya gazê ya polîsên Tirk li serê wî ket giran birîndar bû û rewşa wî hînê krîtîk e.
Tombûl ê li servîsa lezgîn a Nexweşxaniya Alîkariya Lezgîn a Taksîmê tê dermankirin, hevala wî Tûgçe Taşkît a di dema êrîşê de li gel wî bû da xuyakirirn ku rewşa krîtîk a Tombûl dewam dike. Taşkît got, "Mejiyê wî vekiriye. Newêrin wî hişyar bikin. Bi rêya maşînan hilmê dide û distîne. Di dema êrîşê de polîs ji navbereke kin, gule berdan wî."
Taşkît da xuyakirin ku pêr bi şev kesek li ber deriyê odeya Tombûl lêbû dixwest bikeve hundur, destpêkê gotiye ew "hevalê Tombûl" e dûre gotine "Wezîfedarek ji Wezareta Tenduristiyê ye". Taşkît diyar kir ku ew di wê baweriyê de bûn ku ev kes polîsê sivîl bûye, lewma wan nehiştiye ew têkeve odeyê. Taşkît got, "Hewl dan me jî bixin bin çavan. Em li nexweşxaneyê, ji ewlekariya jiyana hevalê xwe bi fikar in."