Rewşa Nûriye Gulmen krîtîk e: Nikare rahêje pênûsê jî!

Parêzer Engîn Gokoglû diyar kir, rewşa tenduristiyê ya Gulmen û Ozakça roj bi roj giran dibe û got, welê li Gulmen hatiye ku nikare rahêje pênûsê.

Parêzerê Engîn Gokoglû li ser rewşa hîndekarên di greva birçîbûnê de ne yên girtî Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça agahî da ANF'ê.

Gokoglû bibîr xist, ku greva birçîbûnê roja Înê digihêje roja 100. û bi taybetî bal kişand ser rewşa tenduristiya Gulmen ku krîtîk e.

Gokoglû anî ziman ku ew çû serdana Gulmen a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîlîvrî û diyar kir, akademîsyena ciwan a 34 salî, ji ber ku nekarî bimeşe bi kursiyê ew anîne hevdîtinê û welê lê hatiye ku nema dikare rahêje pênûsê jî.

Gokoglû da zanîn, masûlkeyên Gulmen dihele; lewma bê hal bûye û got, "Beriya hefteyekê der barê daxwazên xwe de dikarî bû not binivîsanda. Lê di serdana dawî de me dît ku nema dikare rahêje pênûsê jî. Hevalên me yên parêzer alîkarî dan wê."

Gokoglû ragihand, vîtamîna B-1 rojek piştî serdana parêzeran dane Nûriye Gulmen û got, ji ber ku demeke dirêj vîtamîna B-1 nedan wê, bîr û hişê wê lawaz bûye. Parêzer Gokoglû diyar kir, akademîsyena ciwan nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne.

Gokoglû got, "Semîh Ozakça jî nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne. Hevalê wî yê li hucreyê alîkariyê dide wî. Lê hêdî jî be dikare bimeşe. Me dît ku Nûriye êdî tiştan ji bîr dike."

Gokoglû deswtnîşan kir, ku rewşa tenduristiyê ya her du hîndekaran roj bi roj nebaş dibe û li pêş çavan dihelin.

Parêzer Gokoglû anî ziman, ji bo rûniştina destpêkê ya 14'ê Îlonê, pirtûkên parastinê jî radestî her du hîndekaran nayên kirin.