Rewşa li girtîgehan çawa ye?

CÎSST ragihand ku di dema şewba pandemiya koronayê de mafê tenduristiyê ya girtiyan hatine astengkirin, girtiyên nexweşên giran jî mexdûr bûne.

Komeleya Civaka Sivîl a Di Pergala Înfaza Ceza de (CÎSST), têkildarî rewşa girtîgehan a di navbera 29'ê Hezîran û 10'ê Tîrmehê de û bandora şewba vîrûsa Corona lêkolîn kir û kirin rapor.

CÎSST'ê di raporê de anî ziman ku piştî şewba vîrûsa corona binpêkirina mafan gelek zêde bûye û wiha cih dan raporê: "Li 52 girtîgehên girtî û bi giştî li 96 girtîgehên cuda gilî hatin kirin. Agahiyên girtîgehan û navê girtiyan veşarî hat girtin. Di serlêdanan de bi taybetî girtiyan anîn ziman ku hêjmara girtiyan pir zêde ye û ji ber zêdeyî kapasîteyê girtî di kawîşan e dimînin gelek zor û zahmetiyê dijîn. Ji ber qawîş pir tijîne, girtî di nava hevde radizên."

CÎSST'ê di raporê de pirsgirêk û binpêkirina mafan rêz kir û wiha cih da van binpêkirinan:

“*Di destpêka şewbê de girtîgeh bi awayekî rêk û pêk dihat dezenfektekirin. Lê di demên dawî de ev yek hatiye rawestandin.

*Hêjmara girtîgehên ku malzemeyên dezenfekteyê xistine girtîgehê pir kêm in.

*Li hin girtîgehên girtî şibayekên qawişan pir biçûk in. Ji ber vê yekê gritî nikarin hewayê bistînin.

*Li hin girtîgehan rêveberî bi keyfî girtiyan dernaxin hewşê.

*Hem hewşê digirin û hem jî ava paqij û germ pir kêm didin.

*Li hin girtîgehan ji ber avhewayê ritûbet pir zêde ye û qawîş bi qasî tê xwestin tavê nabînin.

*Li hin girtîgehan xwaringeh bi qasî tê xwestin nayê paqijkirin. Gelek girtî bi hevre li heman xwaringehê xwarin dixwin.

* Li hin girtîgehên vekirî girtî dikevin dora xwarin û qantînê.

* Li hin girtîgehan rêveberî sabûn, ava cilşoyan û dezenfektanê bê pere li girtîgehan belav dike. Li hin girtîgehan jî ev yek tune ye.

* Malzemeyên ku bê pere belav dike jî pir kêm e û têra tu kesî nake.

* Li hin girtîgehan girtî tenê dema derdikeve hevdîtina telefonê dezenfektayê dikare bikar bîne.

* Li hin girtîgehan dema girtî derdikevin telefonê maskeyan nadin wan.

* Li hin girtîgehan maskeyan li girtiyan belav nakin. Dema girtî dixwaze bi pereyên xwe bistîne jî diyar dikin ku maske tuneye ye.

* Li hin girtîgehan bê pere malzemeyên paqijiyê belav nakin.

* Li Gelek girtîgehan malzemeyên paqijiya tuwaletan nayen belav kirin.

* Serşok qirêj in.

* Hêjmara Lavaboyan pir kêm in.

* Bê navber avê ji ser girtiyan qut dikin.

* Li herêmên avhewa germ be li wan girtîgehan bêtir avê ji ser girtiyan qut dikin.

* Girtî nikarin paqijiya şewsî bikin.

* Li hin girtîgehan xwarinê kêm û bê qalîte didin girtiyan.

* Li hin girtigehan gramaja nan kêm didin girtiyan.

* Xwarin têra hemû girtiyan nake.

* Girtiyên nikaribin xwarina girtîgehê bixwin, ji bilî wê xwarinek din nadin girtiyan.

*Li qantînê berhem pir buha ne û girtî nikarin ji qantinê bitînin.

*Malzemeyên ku li qantînên girtîgehên girtî tê firotin pir zêde buha ye.

*Her tim malzemeyan li kantinan nafiroşin û dema ji girtiyan re pêwist dibe nikarin bi dest bixin.

*Xwarna Diyetê nadin girtiyan.

*Ji bo girtiyên nexweş xwarina bi vitamin û bi hêz temîn nakin.

* Ji bo girtiyên nexweş û temenê wan mezin ku di rîskê de ne tedbîran nagirin.

* Li hin girtîgehan bijîşk bi rêk û pêk naçe revîran.

* Li hin girtîgehan nexweşan dernaxin revîran.

* Dema girtî derdikeve revîrê jî nikare hemû îlacan bistîne.

* Li gelek girtîgehan sewqa nexweşxaneyan û dermankirin rawestandine.

* Li hin girtîgehan bi sînor girtîyan sewq dikin.

* Li gel ku bijîşkê revîrê diyar dike ku girtiyê nexweş sewqî nexweşxaneyê bê kirin jî rêveberiya girtîgehê girtiyan sewqî nexweşxaneyan nake.

* Dermankirina girtiyên nexweşê Kronîk demek dirêj e nayê kirin.

* Girtiyên diçin nexweşxaneyê jî neçar in 14 rojan di qerantinayê de bêne girtin.

* Girtiyên nexweş ên rewşa wan giran jî dema ji nexweşxaneyê vedigerin di qerantînayê de tên girtin û nikarin bi serê xwe pêdiviyên xwe pêşwazî bikin.