Rewşa girtiyên nexweş Kirtay û Yavûz giran e

Hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Abdûlhalîm û Sabrî Yavûz giran e.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê çalakiya "Rûniştina F" ya hefteya 558’emîn li dar xist û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Çalakî, li ber avahiya komeleyê pêk hat. Di çalakiya vê hefteyê de bal bi ser rewşa girtiyê nexweş Abdulhalim Kirtay ê 74 salî ku di Girtîgeha Burkaniyê ya Balikesîrê de ye.

Malbatên girtiyên nexweş, parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû û gele welatî tev li çalakiyê bûn. Rêvebera ÎHD’ê Zeynep Yildiz daxuyanî da û da zanîn ku mafê xwegihandina tenduristiyê ya girtiyên nexweş tê astengkirin û hemû mafên girtiyên nexweş tên astengkirin.

Yildiz anî ziman ku piştevaniya di nav girtiyan de bi temamî ji holê tê rakirin û mafê dermanbûnê yê girtiyan hatiye astengkirin û girtî terkê mirinê hatine kirin.  Yildiz got ku yek ji van girtiyên nexweş jî Abdulhalîm Kirtay e û rewşa wî giran e, extiyar e û berdan û tedawiya wî tê astengkirin. Yildiz diyar kir ku nexweşiyên wek prostat, diyabet, tansiyonê bilind, fitiq û hemoroîd li Kirtay peyda bûne û hemû diranên wî hatine kişandin û tenê ew dikare tiştên avî bixwe. Yildiz da zanîn ku ji ber vê yekê her ku diçe Kirtay zeîf dibe û nikare di girtîgehê de bimîne û her ku diçe rewşa wî girantir dibe.  Yildiz got Kirtay ku li nexweşxaneyê kelemçekirî hatiye tedawîkirin û rû bi rûyê miemeleya ne xweş bûye.

Yildiz destnîşan kir ku nexweşxaneyê “rapora nikare di girtîgehê de bimîne” daye Kirtay lê Saziya Tiba Edlî vê raporê li ber çavan nagire û berdana Kirtay asteng dike. Yildiz diyar kir ku malbata Kirtay ji bo taloqkirina cezayê Kirtay serlêdan kiriye û xwestiye daxwaza wan bê bersivandin û banga berdana hemû girtiyên nexweş kir.

ENQERE

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 430’emîn de çalakiya xwe ya heftane li dar xist. Çalakî, li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê li dar xist û pankarta “Tedawî maf e, nayê astengkirin û bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin. Rêveberên HDP’a Enqereyê jî tev li çalakiyê bûn. Rêvebera Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Sabrî Yavûz (74) ê li Girtîgeha Sîncanê ya Ewlehiya Bilind a Jimara 2’yan dimîne.

Çevîrmen bi bîr xist ku 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene û yek ji van girtiyên nexweş jî Sabrî Yavûz ê 74 salî ye û 6 meh in di girtîgehê de ye. Çevîrmen got ku nexweşiyên wek Hepatît-B, prostat, Apantîst, kîsikê zirav li Yavûz peyda bûne û emeliyata fitiq û kîsikê zirav di dema wê de nehatine kirin û dereng hatine kirin û ev jî bûne sedemên dijwarbûna nexweşiyan.

Çevîrmen da zanîn ku piştî emeliyatkirinê Yavûz bi renzaya li ser hatiye razandin ve hatiye kelemçekirin û li gel rewşa wî baş nebûye jî ji nexweşxaneyê hatiye derxistin û ew dîsa birine girtîgehê. Çevîrmen destnîşan kir ku tedawiya Yavûz nayê kirin û di hicreya yekkesî de tê ragirtin. Çevîrmen, banga berdana Yavûz kir û xwest astengiyên li ber tedawî û berdana Yavûz bên rakirin.