Rewşa girtiyên nexweş Guvel û Odabaşî giran e

Aktîvîstên mafên mirovan, ji bo girtiyên nexweşên giran Mehmet Guvel û Eren Odabaş li hev civiyan.

GIRTIYÊN NEXWEŞ

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 504’emîn a çalakiyê de li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatin bahev. Endamên înîsiyatîfê pankarta “Tedawî maf e, nikare were astengkirin. Bila girtiyên nexweş bên berdan” vekirin û daxuyanî dan. Endama Lijneya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Mehmet Guvel ê 78 salî ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Bûca ya Îzmîrê tê ragirtin. 

Çevîrmen, da zanîn ku Guvel dema li Nexweşxaneya Prof. Dr. Cemîl Taşçioglû tedawiya penceşêrê lê dihate kirin di 6’ê sibata 2024’an de li Stenbolê hate binçavkirin û di 10’ê sibata 2024’an de hate girtin û birine Girtîgeha Marmarayê û got: “Di 24’ê sibata 2024’an de bêyî daxwaza xwe ji Marmarayê sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind Kiriklar a Îzmîrê hate kirin. Ji sedî 80 rapora astengdariyê ya Mehmet Guvel heye û her wiha nexweşê Wernicke-Korsakofê ye. Nexweşê prostatê ye û bi nexweşiya penceşêrê ketiye. Dema ji ber nexweşiya penceşêrê tedawiya wî berdewam dikir hate girtin û ji wî bajarê sewqî cihekî din hate kirin û tedawiya wî di nîvî de maye û mafê wî yê tenduristiyê hatiye binpêkirin.” 

DAXWAZA BERDANA BILEZ 

Çevîrmen, da zanîn ku ji ber nexweşiyên xwe yên giran Guvel nikare bi tena serê xwe bijî, pêdiviyê bi piştgiriya hevalên xwe dibîne û ji ber bi şev 7-8 caran diçe tuwaletê bi xetereya seqetbûnê re rûbirû dimîne. Çevîrmen, destnîşan kir ku her wiha şert û mercên girtîgehê yên tecrîda girankirî û nebitendurist rewşa Guvel krîtîktir dike.

Çevîrmen xwest Guvel were berdan û ev tişt gotin: “Divê dawî li binpêkirina mafê tenduristiyê yê Mehmet Gûvel bê anîn û sewqî bajarê ku tedawiya wî lê dewam dikir were kirin.”

STENBOL 

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê 632’yemîn çalakiya xwe ya “Rûniştina F” ku her hefte li dar dixe li ber avahiya komeleyê pêk anî. Di çalakiyê de bal hat kişandin ser girtiyê nexweşê giran Eren Odabaş ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Sîncanê tê ragirtin. Di daxuyaniya ku pankartên “Bila girtiyê nexweş Eren Odabaş were berdan” û “Tedawî maf e nikare were astengkirin” hatin vekirin de endamê MYK’a DEM Partiyê Mûsa Pîroglû û gelek aktîvîstên mafên mirovan beşdar bûn.

Eren Keskîn, bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiyê nexweşê giran Odabaş û diyar kir ku bêyî delîlekî şênber derbarê Odabaş de hebe bi îfadeya şahidê nepen hatiye girtin. Keskîn a bal kişand ser nexweşiyên Odabaş, da zanîn ku xetereya jiyanî ya Odabaş heye û got: “Odabaş ê tedawiya wî li beşa Onkolojiyê ya Çapayê berdewam dikir piştî hate girtin şandine Sîncanê û ji ber sewqî girtîgeheke derveyî Stenbolê hatiye kirin û nexweşxane hatiye guherîn bûye sedem ku pêvajoya tedawiya wî were qûtkirin.”

Keskîn, destnîşan kir ku divê Odabaş bi şertê kontrola edlî were berdan û negirtî bê darizandin an jî daxwaza wan a ku Odabaş bînin girtîgeheke li Stenbolê demildest bê nirxandin û qebûlkirin. 

‘BI BIRYARÊN KEYFÎ GIRTÎ YE’ 

Hevjîna Odabaş, Ezgî Odabaş a piştî Keskînê mafê axaftinê wergirt, diyar kir ku hevjînê wê ji dozên ku beraet kiriye dîsa hatiye girtin û wiha got: “Janên wî dest pê kirin, nikare rûne, raze. Ji ber nikare rûne bijîjkê ortopediye got ‘Nikare di girtîgehê de bimîne’. Piştî vê biryar hate dayîn ku derkeve pêşberî heyete. 2 hefte ne ji ber hincetên biçûk nikarin rapora wî ya heyetê bigirin. Ji xwe raporeke ku Fakulteya Onkolojiyê ya Çapayê têkildarî ku nikare di girtîgehê de bimîne di 14’ê adarê de daye heye. Dîsa raporên ku di 18’ê adarê de hatine dayîn hene. Dema ev hemû li ber çavan hatin girtin divê hevjînê min were berdan. Ji xwe bi awayekî hiqûqî jî divê ev biryar were dayîn. Dema em bi awayekî hiqûqî lê dinêrin divê hevjînê niha qet nehatibûya binçavkirin û 88 roj in weke girtî nehatibûya ragirtin. Bi temamî bi biryarên keyfî niha girtî ye. Ji ber vê yekê ez daxwaz dikim ku demildest were berdan.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” , “Eren Odabaş bila were berdan” , “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” û “Mirov bi mafên xwe mirov e” hatin berzkirin.