‘Rewşa girtiyên nexweş giran e, demildest serbest berdin’
Hate ragihandin ku rewşa girtiyên nexweş Seyîthan Akbalî Suleyman Sabrî Mavî û Sûphî Îsmaîl giran e û hate xwestin ku demildest werin berdan.
Hate ragihandin ku rewşa girtiyên nexweş Seyîthan Akbalî Suleyman Sabrî Mavî û Sûphî Îsmaîl giran e û hate xwestin ku demildest werin berdan.
Ji bo serbestberdana girtiyên nexweş li Enqere, Stenbol û Îzmîrê çalakî hatin lidarxistin.
Endamên Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan a Şaxê Stenbolê 662’yemîn çalakiya ‘’Rûniştina F’ê’’ li pêşiya bînaya komeleyê ya li Beyoglûyê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de rewşa tenduristiya Suleyman Sabrî Mavî yê 75 salî hate ragihandin ku Suleyman Sabrî Mavî ji sedî 96 astengdar e û li Girtîgeha Girtî a Tîpa F a Wanê tê rehîngirtin.
Endama ÎHD’ê Mûkaddes Şamîloglû têkildarî rewşa girtiyê nexweş Suleyman Sabrî Mavî agahî dan û da zanîn ku divê Suleyman Sabrî Mavî demildest were berdan.
ÎZMÎR
Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Şaxa Îzmîrê çalakiya xwe 301’emîn li pêşiya Sumerbank a li navçeya Konakê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Alî Aydin ve hate xwendin û Aydin di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa Sûphî Îsmaîlê ku li Girtîgeha Tîpa S a Bodrûmê tê rehîngirtin. Aydin da zanîn ku rewşa Sûphî Îsmail gelekî giran e û got, ‘’divê tavilê were berdan.’’
ENQERE
Însîyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re ya Enqereyê li ser Cadeya Sakaryayê daxuyaniyek da. Di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Seyîthan Akbalê 76 salî û li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şirnexê tê rehîngirtin.
Hevserokê ÎHD’ê ya Şaxa Enqereyê Omer Farûk Yazici têkildarî rewşa tenduristiya Akbal axivî û da zanîn ku rewşa Akbal her ku diçe xirabtir dibe û xwest ku were berdan.