Rewşa girtiyên nexweş Demîr û Yaman giran e

Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Abdûrrahîm Demîr û Omer Yaman giran e.

GIRTIYÊN NEXWEŞ

Di çalakiya Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re ya li Enqereyê û çalakiya Rûniştina F’yê ya li Stenbolê de ji bo girtiyên nexweş Abdurrahîm Demîr û Omer Yaman daxwaza tehliyekirinê hat kirin.

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di hefteya 628’emîn de li pêşiya komeleyê çalakiya xwe ya Rûniştina F’yê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Omer Yaman ê 78 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê tê ragirtin. Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyê nexweş Omer Yaman were berdan” hate hilgirtin û gelek kes tev li çalakiyê bûn.  

Daxuyanî ji hêla endamê ÎHD’ê Yavuz Okçuoglû ve hate xwendin. Okçuoglû da zanîn ku Yaman nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne û wiha domand: “Bi alîkariya hevalên xwe dijîn. Nexweşiyên weke qelewî, hîpertansiyon, fitqa piştê, nebihistîn, bêhnkurt û lerizîna destan heye û nikare li ser pêyan bimîne. Ji ber qelewiyê û pirsgirêka diranan, divê xwarinên taybet bixwe. Lê ev pêdiviyên wî nayên bicihanîn.”

Okçuoglû, da zanîn ku birayê Yaman serî li ÎHD’ê daye. Okçuoglû da zanîn ku malbat dixwaze Yaman ê 25 sal in girtî ye sewqî girtîgeha bajarê ew lê dijîn bê kirin û bê tehliyekirin. Her wiha Okçuoglu got ku parêzerên Yaman serî li DMME’yê dane û DMME’yê biryara jinûvedarizandinê daye lê nehatiye cîbicîkirin. Okçuoglû, got ku dê ji bo taloqkirina înfaza Yaman serlêdan bê kirin.  

Daxuyanî bi dirûşmên “Tedawî maf e, nayê astengkirin” û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” bi dawî bû.

ENQERE

Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re jî di hefteya 500’emîn de li avahiya ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin. Girtiyên nexweş berdin” hate vekirin. Li gel rêveberên ÎHD’ê, endam û rêveberên DEM Partiyê yên Enqereyê jî tev li bûn. Daxuyanî ji hêla endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen ve hate xwendin. Çevîrmen, got ku weke ÎHD’ê 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş tespît kirine. Çevîrmen piştre jî rewşa girtiyê nexweş Abdurrahîm Demîr ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin vegot.

Çevîrmen, da zanîn ku Demîr ê 61 salî ku 25 sal in girtî ye, nexweşiya kronîk a qurçikan pê re heye, gurçika wî ya rastê bi temamî çûye û ya çepê jî tenê ji sedî 30 dixebite. Çevîrmen, got ku ji ber vê yekê Demîr pir bi zehmetî dijî. Çevîrmen, destnîşan kir ku Demîr ji ber nexweşiya mesaneyê emeliyat bûye û nexweşê prostatê jî ye. Çevîrmen, got ku Demîr baş nabihîse, her ku diçe çavên wî nabînin, nexweşê bêhnkurtkê ye, nexweşê pişikê ye, nexweşê dil a kronîk û nexweşiya koroner arterê ye. Çevîrmen, wiha domand: “Rexê singê wî yê rastê dilerize, rihên wî xitimîne lewma anjiyo bû û stend xistine dilê wî. Her wiha nexweşiyên wî yên reflu û gastrîtê hene. Di 21’ê gulana 2021’an de li Girtîgeha Tîpa R’yê ji bo sewqkirinê şande kom bû û di rapora 10’ê hezîrana 2021’an de hemû nexweşiyên wî hatin tespîtkirin lê daxwaza wî ya sewqkirinê nehat qebûlkirin.”

Herî dawî jî Çevîrmen anî ziman ku Demîr ji ber nexweşiyên xwe nikare di girtîgehê de bijî û xwest ku înfaza wî were taloqkirin û hemû tedawiyên wî bên kirin.