Rewşa girtiyên nexweş Ayik û Aktaş giran e

Di çalakiyên li Enqere û Stenbolê de, hat destnîşankirin ku rewşa girtiyên nexweş Devrîm Ayik û Ergîn Aktaş giran e.

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 414’emî de li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê çalakî li dar xistin. Li Stenbolê jî Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di hefteya 542’yemîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş.

ENQERE

Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re ji bo kişandina balê bi ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya hefteya 414’emîn li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Mafê dermankirinê nabe ku bê astengkirin û bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin. Endama Rêveberina Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Evrîm Ayikê li Girtîgeha Eskîşehîrê ya Tîpa H’yê tê ragirtin. Çevîrmen destnîşan kir ku her ku diçe rewşa Ayikê ji sedî 76 rapora wî ya astengdariyê heye xedartir dibe û bang li rayedaran kir ku Ayik bi lezgînî bê berdan.

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a ÎHD‘a Şaxa Stenbolê di hefteya 542’yemîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê hat lidarxistin û di çalakiya vê hefteyê de bal bi ser rewşa girtiyê nexweş Ergîn Aktaş de hat kişandin ku her du destên wî jî nîn in û niha di Girtîgeha Metrîsê ya Tîpa R’yê de girtî ye.  Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyê nexweş Ergîn Aktaş bê berdan” hat vekirin û dirûşme hatin berzkirin.

Endama Komîsyona Girtîehan Meral Nergis Şahîn daxuyanî xwend û diyar kir ku her roja ku diçe li girtîgehan binpêkirina mafan zêdetir dibin û xwest binpêkirina mafan û zextên li ser girtiyan bi dawî bibe û girtiyên nexweş bên berdan. Şahîn bal kişand ser rewşa tenduristiya Ergîn Aktaş ê ji sala 2011’an ve girtî ye û nikare hewcedariyê xwe bîne cih û li gel ew astengdar e nexweşiya KOAH û zatûreyê lê çêbûye. Şahîn destnîşan kir ku Ergîn Aktaş, tevî ku raporên Saziya Tiba Edlî jî nayê berdan û bi redkirina berdana wî Aktaş terkî mirinê tê kirin û xwestin Aktaş demildest bê berdan.