Rewşa girtiyê nexweş Sûbaşî giran e

Komîsyona Girtîgehan a Şûbeya Stenbolê ya ÎHD'ê got divê girtî Hasan Sûbaşî yê bi nexweşiya pençeşêrê divê demildest were berdan.

Komîsyona Girtîgehê ya Şûbeya Stenbolê ya ÎHD'ê ji bo ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, bi sedema hêla koronayê li ser hesabê medyaya dijîtal vîdeoyek par ve kir. Di rûniştina vê heftiyê ya Rûniştina F'yê de rewşa girtî Hasan Sûbaşî hate destnîşankirin ku Girtîgeha Tîpa L'yê ya Nimro 6 a Silîvrî girtiye û bi nexweşiya pençeşêrê ye.

Di daxuyaniyê de endamên Komîsyonê Meral Nergiz û Mehmet Acettîn axivîn û gotin Sûbaşî dema ku li girtîgehê ye ji ber kîsta di roviyên stûr de nexweş ketiye, di kontrolên tendiristiyê de hatiye gotin ev kîst bi demê re mezin dibin û dibine pençeşêra kolonê, bi emeliyatê re rovîka stûr bi temamî jê dikin û beşek ji gurçika wî ya çepê jî jêdikin, kemoterapiyê dibîne lê nexweşî li kezeba wî ya çepê jî dide, doktoran gotin divê demildest emeliyat bibe lê bêyî ku emeliyat bibe dîsa tê girtin.

Her wiha hate diyarkrin Sûbaşî li gel ku bi nexweşiya giran e he jî girtiye û hate xwestin ku Sûbaşi demildest were berdan.