Rewşa girtiyê nexweş Kaya giran dibe
Girtiyê nexweş Sebrî Kaya yê li Osmaniyeyê di beşa lezgîn de tê ragirtin, rewşa wî giran dibe. Cara duyem ji rûviyê Kaya xwîn çû.
Girtiyê nexweş Sebrî Kaya yê li Osmaniyeyê di beşa lezgîn de tê ragirtin, rewşa wî giran dibe. Cara duyem ji rûviyê Kaya xwîn çû.
Girtiyê nexweş ê giran Sebrî Kaya yê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Osmaniyeyê tê ragirtin, 12’ê Gulanê li ser xwîn jêçûna ji rûviyên wî rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê. Li ser hewldanên malbatê Kaya xistibûn beşa lezgîn. Derket holê ku îro bu cara duyemîn xwîn jî rûviyên Kaya çûye.
Keça Kaya Dîlan Kaya ragihand ku her diçe rewşa bavê wê giran dibe û got: “Duh saet 23:00’an de bavê min xistin diyalîzê. Îro dîsa xwîn ji rûviyê wî çûn. Rêjeya xwîna wî pir kêm e. Xwîn dixin laş wî.