'Rewşa Dîdem Akman giran dibe'

Parêzer Seda Şaraldi serdana miwekila xwe Dîdem Akman kir û got rewşa wê giran dibe. Akman ev 203 roj in ji bo ku wê bibin Girtîgeha Sîncanê di rojiya mirinê de ye.

Rewşa tendiristiyê ya girtiya siyasî Dîdem Akman ku ev 203 roj in ji bo ku wê ji Girtîgeha Jinan a Girtî ya Şakranê ku di şertên giran de tê girtin bibin Girtîgeha Sîncanê di rojiya mirinê de ye, giran dibe. Parêzer Seda Şaraldi li Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyurtê ya Izmîrê serdana Akman kir.

Şaraldi got ji ber sedema ku birînên devê Akman zêde bûne bi zorê dikare biaxive û problemên bihîstin û dîtinê jî li Akman xwe dane der.

Şaraldi got daxwaza miwekila wê Akman pir rehet e û dikare were bicihanîn. Akman cezayê miebeta girankirî lê hatiye birîn û ji 2008'an ve girtiye. Akman 2016'an ji Sîncanê sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê kirin û ji ber ku hicreyên li gorî hikûmxwariyên bi miebeta girankirî hicre nînin, ev 4 sal in li hicreya ji cezayên disîplînê tê bikaranîn, tê gritin. Şaraldi got li gorî yasayan girtiyek an jî hikûmxwariyek tenê 20 rojan dikarin di van hicreyan de werin hiştin lê miwekîla wê ji 2016'an ve li wir tê girtin.

Parêzer Şaraldi got ji bo ku daxwaza Akman were bicihanîn gelek caran daxwazname dane rêveberiya Girtîgeha Şakranê lê bi hinceta disîplînê ev daxwazname ne kirine kar.

Parêzer Seda Şaraldi got miwekîla wê ev 203 roj in di rojiya mirinê de ye û xwest ku demildest dawî li vê bêqanûniyê were.